Jin ji bo rengîn kirina cîhanê amadene
12:43
Bêrîtan ELYAKUT - Sarya GOZUOGLU / JINHA
RIHA – Civaknasa Navenda Şêwirmnendiya Jinan ya Berjîn Amara Nîhal Oturmak got: “Em dixwazin ku pirsgirêkên jinan ji holê rakin û cîhanek wekhav avabikin. Dê hemû xebatên me di vê çarçoveyê debin û emê jin hemû des bidin hev cîhana newekhav vegerînin cîhanek wekhav û rengîn. Ji ber pirsgirêkên jinan gerdunîne. Ji ber vê jî xebata aktîvîstên jin jî gerduniye.”
Navenda Şêwirmnendiya Jinan ya Berjîn Amara ya ku di biniya Şaredariya Wêranşarê de hatiye avakirin bi xebat û ceribandinên xwe yên du salan xwe gihandine gelek jinan. Civaknasa Navenda Şêwirmnendiya Jinan ya Berjîn Amaray Nîhal Oturmak anî ziman ku ew di saziya xwe de alîkariya jinan dikin û li gel wê jî perwerdeyên zayendiya civakî didin û jinan bi hişmendî dikin û wiha got: “Jinên ku serlêdan dikin piranî pirsgirêkên wan girêdayî pirsgirêka jinan ya gerdunî newekheviya zayendiye. Jin her dem dibin zoriyê de dijîn û ev zorî jî vedigere şidetê. Li vêderê bi qasî ku jinan serlêdan kirine û em bi wan re mijul bûne me dît gelek pirsgirêkên şidetê hene.
‘Ji bo xwe gihandina jinan me pirsgirêk jiyankir’
Nîha wiha axivî: “Em li vêderê perwerdeyên weke derunî, zayendiya civakî, şidet û perwerdeyên komî didîn.” Nîhal diyar kir ku despêkê ji bo ew xwe bigihînin jinan gelek zorî kişandine û wiha domand: “Di despêka avakirina Navenda Berjîn Amara de armanca vê saziyê ji bo jinan çiye, ji aliyê jinan ve nedihat zanîn. Jinên ku despêkê serlêdan dikirin ji naverok û armanca saziyê bê agahîbûn. Ji ber vê jî me ji bo xebatên xwe nexşerêyek çêkir. Despêkê em tax tax geriyan û me saziya xwe Berjîn Amara da nasîn. Paşê me li malan broşurên navenda jinan belavkirin. Di dawiyê de jî me xebatek ya sosyo-ekonomîk ya girêdayî mafê jinan bi awayê anket amadekir.
‘Hişmendiya mêran li herderêye’
Nîhal da zanîn kul i gel xebatek wiha demdirêj çend jinan dest bi serlêdana navenda şêwirmendiyê kirin û wiha berdewam kir: “Nihal i Wêranşarê yên ku navenda me ya şêwirmendiyê nasnekin nîne. Li vêderê gelek jin serlêdan dikin.”Nîhal destnîşan kir ku gelek jinên ku rastî şideta derunî û fîzîkî tên serî li wan dane û wiha axivî: “Mixabin jinên ku serlêdan dikin pirsgirêkên wan ji yên jinên li aliyê dinê yê cîhanê jiyan dikin ne cudane û li her derê jin şidetê dibînin. Em dibînin kul i kîjan aliyê cîhanê dibe bila bibe hişmendiya serdestiya mêran pistiwa jinan bernadin.”
‘Avakirina hişmendiya zayendî giringe’
Nîhal derbirî ku wan weke sazî tenê di aliyê şêwirmendiyê de xizmet nekirine. Nîhal diyar kir ku her hefte ew di derbarê şidet, tacîz, tecawîz û zayendiya civakî de perwerde didin û wiha berdewamî da axaftinên xwe: “Ji bo jin demek ji ya dinê zutir ji ji şidetê re bêjin ‘raweste’ avakirina hişmendiya zayendî giringe. Me li hemû taxan perwerdeya zayendiya civakî da û ji bo jin li hemberî şideta heyî bibin xwedî hişmendî û tekoşînê bikin em xebitîn. Nîhal da zanîn ku wan dibiniya saziyê de amandekariyên Bernameya Perwerdeya Mafê Mirovan ya Jinan (KÎHEP) kiriye. Nîhel anî zinam ku ew dê di çarçoveya perwerdê de dest bi dayîna perwerdeya 4 mehan bikin û wiha got: “20 jin di vê komê de cîh digirin. Di vê perwerdê de dê jin hînî parastina mafê xwe û li hemberî her binpêkirinek ya mafan an jî di dema bûn mexdurê şidetê dê çî bikin de bibin xwedî agahî û hîn bibin.”
‘Ji bo dayîna perwerdeya zayendiya civakî eleqeyek mezin heye’
Nîhal bilêv kir ku dibiniya saziyê de perwerdeya pîşeyî dane û wiha domand: “Din ava du salan de me çar qurs dan. Di dawiya van nîşaqan de jin bi gotinên weke ‘Berî niha me qet van mijarane nîqaş nekirine’nêzdibin û ev jî dide nîşandan ku em rêya rast nîşa wan didin. Niha gelek jin ji bo beşdarî dersên zayendiya civakî bibin serî li saziyê didin.”
‘Emê cîhana newekhev vegerînin cîhanek wekhev’
Nîhal di dawiyê de anî ziman ku pirsgirêkên jinan tenê ne girêdayî herêmekêne û wiha berdewam kir: “Em dixwazin van newekheviyên heyî ji holê rakin û cîhanek wekhev avabikîn. Dê hemû xebatên me di vê çarçoveyê debin û emê jin hemû des bidin hev cîhana newekhav vegerînin cîhanek wekhav û rengîn. Ji ber pirsgirêkên jinan gerdunîne. Ji ber vê jî xebata aktîvîstên jinan jî gerduniye.”
(zt)

