Şîdet çavkaniya xwe ji mamoste, rêveber û xwendekarên mêr digire
11:13
JINHA
EDENE - Sekretera Jinan a Egîtîm Sena Edeneyê Esra Arslan Kosele, diyar kir ku bi ser navê ‘Di qada kar de şîdeta li hemberî jinê’ anketek çêkirine û encamên balkêş derketine holê. Esra, got ku şîdeta li hemberî mamosteyên jin, çavkaniya xwe ji mamoste, rêvber û xwendekarên mêr digire.
Ji 173 mamosteyên jin re bi navê ‘Di qada kar de şîdeta li hemberî jinê’ anketek hat çêkirin. Di anketê de ji sedi 61,30 jin ji pirsa ‘Gelo hun bi şîdetê re rû bi rû man’ re gotin na û ji sedî 26 jin jî gotin erê. Gelek mamosteyên ku rastî şîdetê hatine şîdetê vedişerin û an jî wekî şîdet nanirxînin. Sekretera Jinan a Egîtîm Sena Edeneyê Esra Arslan Kosele, diyar kir ku bi ser navê ‘Di qada kar de şîdeta li hemberî jinê’ anketek çêkirine’ gihiştine encamên balkêş.
‘Bersivên balkêş derketin holê’
Esra Arslan, da zanîn ku li gorî anketê ji sedî 61.30 mamoste bi şîdetê re rû bi rû nemane û tenê ji sedî 26 mamoste şîdeta li hemberî xwe qebûl dikin. Esra, got ku şîdet çavkaniya xwe ji mamoste, rêvber û xwendekarên mêr digire.
Esra, destnîşan kir ku di meha Cotmehê de 173 jinên ku di dezgehên Wezareta Perwerdê ya Neteweyî de dixebitin re anketek hat çêkirin û der barê encamên anketê de wiha got: “Di encama anketê de em gihiştin encamên balkêş. Gelek jin gelek caran rastî şîdetê hatiye, lê wê tiştî wekî şîdet nanirxîne. Her wiha gelek jin di pênasekirina şîdetê de jî pirsgirêkan dijî. Me bi destûra wezarêtê 4 dibistanan anket çêkir. Li hemberî pirsên anketê gelek bersivên balkêş jî hat dayîn.”
‘Çavkaniya şîdetê diyar e’
Esra Arslan Kosele, da zanîn ku ji sedî 61.30 rastî şîdetê nehatiye, ji sedî 26 jin rastî şîdeta psîkolojîk hatiye û ji sedî 6. 60 jin jî rastî îstîsmara zayendî hatiye. Esra wiha pê de çû: “Kesên ku gotin em rastî şîdetê nehatine şîdetê li gorî xwe pênase dikin. Ji ber ku şîdetê tenê wekî fîzîkî dinirxînin. Li dibistanên ku bi serdestiya mêr tê birêveberin şîdet tê bikaranîn. 65 jinên ku rastî şîdetê hatine ji sedî 40’ê vê sedema şîdetê rêveberên mêr nîşan dan. Ji sedî 10,80 jinên ji hêla hevalên ku bi hevre dixebitin re rastî şîdeta psîkolojîk hatine. Ji sedî 9.20 jin jî ji hêla xwendekaran ve rastî şîdetê hatine. Ev tablo nîşan dide ku şîdet çavakaniya xwe ji mamoste, rêveber û xwendekarên mêr digire.”
Bandora pirtûkên dibistanan
Esra, got ku ji sedî 32 jin bêdeng dimînin, ji sedî 10 serî li cîhenên fermî didin û ji sedî 22 jî mêran alîkarî dixwazin. Kosele, di axaftina xwe de bal kişand ser pirtûkên dibistanan û daxuyand ku ji sedî 64.20 jin balê dikişîne ser bandora pirtûkan, ji sedî 13.90 ji jin jî tevli vê nêrînê nebûn. Kosele, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji sedî 42.80 jin da zanîn ku nêzîkatiya mamosteyan li ser xwendekaran bi bandore. Ji sedî 51.40 jin dixwazin tevli bernameyên perwerdê bibin û ji sedî 45.70 jin jî naxwazin tevli bernameyên perwerdê yên sendîkayê bibin.”
(la)

