Li Kantona Kobanê Semînera li ser zewaca berdêliyê

12:54

JINHA


KOBANÊ- Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan li Kantona Kobanê derbarê mijara pirzewacî û zewaca berdêlî bi tevlêbûna dehan jianên herêmê li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger semînerek li darxist.


Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Navenda Zanist û Perwerdeya jinan Felek Yûsif li ser zulm û zordariya ku jin rastî tên axivî û wiha got: “Ji ber edet û teqalîdên civakî yên paşverû jin rastî gelek zulm û zordariyê hatine, zewacên mîna yên berdêlê û pirzewacî jinan li hemberî encamên dijwar dihêlin û pircaran wan neçarî xwekuştinê dihêlin.”


Yûsif di axaftina xwe de balkişand ser asta têgihîştina jinan di demên niha de û cih girtina wan di Hêzên Asayîşa Jinan, rêxistin û tevgerên jinan de û wiha got: “Jin di rojên me yên îro de gihîştine asta ku zewacên li gorî edetên şaş red bikin an jî zewaca bi zilamekî ku berê jin xwestibûn re red bikin û bi riya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan, Asayîşê û Yekîtiya Star li pey mafê xwe yê rewa bikevin.”


Di dawiya axaftina xwe de Yûsif bang li hemû jinan kir ku li hemberî zulmê serî hildin û dest bidin hev heta ku azadiya xwe bi dest bixin.


Semîner bi bersivandina pirsên beşdaran bi dawî bû.


(zt)