Navenda Zanist û Perwerdê ya jinan pirsgirêkan çareser dike
13:21
JINHA
KOBANÊ – Navenda Zanist û Perwedeya Jinê ya Kobanê, din ava 2 mehan de gelek pirsgirêkên jinan çareser kirin û ji bo xebatên pêşerojê jî ket nava hewldanan.
Navenda Zanist û Perwedeya Jinê li Kantona Kobanê xebatên xwe yên perwerdekirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan didomîne. Di 2 mehên derbasbûyî de Komîteya Civakî ya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê, 4 dozên jinan ên girêdayî pirsgirêkên zewaca berdêlî û pirzewaciyê çareser kirin.
Komîteya Têkiliyan ya navendê jî, bi 4 bijîşkên ku bi nexweşiyên jinan re eleqedar dibin re hevdîtin kirin û ji wan xwestin ku li ser pirsgirêkên jinan semîneran bidin, rêjeya rûdanên xwekuştinê û mirina di demên zayîna zarokan de derxînin.
Komîteya Perwerdeyê jî koçberên (penaberên) jin ên ku di dibistanan de bi cih bûne ziyaret kirin, her wiha derbarê pirsgirêk û azarên jinan de jî 4 semîner li dar xistin.
Ji bo peydakirina maliyeta ku ji bo pêkanîna pirojeyên ku navendê li pêşiya xwe danine jî Komîteya Maliyetê projeyên aborî nîqaş kirin.
Endamên navendê jî di hemû çalakî û xebatên ku li Kontonê dihatin lidarxisitin bûn.
