Mukades: AKP’ê tehemula serketina me nekir
15:05
JINHA
AGIRÎ – Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Agiriyê Mukades Kubilay girêdayî hilbijartinên 1’ê Hezîranê axivî û got: “AKP’ê tehemûlî vîna gel ya li ser sindoqan nekir. Li gorî ewqas îtirazan jî cardin biserneket û xwestin hilbijartin betalbibin. Ji xwe me di hilbijartinên 30’ê Adarê de bersiv girt. Em emînin ku emê di 1’ê Hezîranê de jî heman encamê bigirin.”
Di hilbijartinên herêmî de BDP bi ferqek ya 10 dengan biser ket. Lê AKP’ê ev yek tehmul nekir û 15 caran îtiraz kir. Li gorî ewqas îtirazan jî bi serneketin û xwestin hilbijartin bên betalkirin, ji ber vê jî hilbijatin heta 1’ê Hezîranê hat paşvexistin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Agiriyê Mukades Kubilay girêdayî aloziyên ji dema hilbijartinên 30’ê Adarê heta niha nêrînên xwe wiha anî ziman: “Her çiqasî hilbijartinan bi paşde bidin jî ji xwe di şeva 30’ê Adarê de BDP’ê Agirî girt.”
‘AKP’ê encamên hilbijartinan tehmul nekir’
Mukades da zanîn ku hikumeta AKP’ê tehemûlî encamên dengên gel bi vîna xwe ya cewherî karaniyîn nekir û wiha domand: “AKP’ê tehemulî serketina me nekir û gelek caran serî li desteya hilbijartinan ya bajar da û îtiraz kir. Bi vê jî bi serneketin û hilbijartin paşde xistin. Ev hefteyeke torbeyên dengan di destê hêzên taybet û alîgirên hikumeta AKP’ê denin. Bi rehetî dikarin torbeyan bi hev biguherînin, ji ber wê jî em li gel nebûn ku ji nû ve hilbijartinê bikin.”
‘Gelek bi fêlbazî tevgeriyan’
Mukades wiha berdewam kir: “AKP’ê hîle xistin nava hilbijartinan. Bêguman evane tev bi fêlbazî dikirin. Di her cara ji nû ve dijimartin AKP’ê hinekî dinê ferqadengan ya heyî kêmdikirin. Ji ber vê jî guherîn çêdibû.” Mukades balkişand li ser torbeyên qetiyayî û dereng diyarkirina encamên dengên ji sindoqan derdiket û wiha got: “Bi torban lîstibûn. Me jî li ser wê îtiraz kir. Li ser hîleyên heyî îtiraza BDP’ê hat pejirandin. Hijmartina dengan hat rawestandin û heta 1’ê Hezîranê hat paşdexistin.”
‘Gel li partiya xwe xwedîderketin’
Mukades bilêv kir k udi nava vê hefteya derbasbûyî de, aloziya heyî û din ava wê aloziyê de xwedîderketina gel, bi hestiyarî xwedîderketin û nêzbûna welatiyan ew gelek şanaz kiriye û wiha domand: “Di vê mijarê de gel gelek bi hestiyarî û cidî tevgeriyan. Bi rastî jî li partiya xwe xwedîderketin. Ji bo parastina mafê xweyê demokratîk li qadan hatin bahev. Ev helwesta xwe dan nîşandan.”
(zt)

