Li Mûşê doza li xwendekaran hat vekirin hat protestokirin

16:21

JINHA


MÛŞ – Di 20 Adarê de xwendekaran li zanîngiha Mûşê cejna Newrozê pîrozkirin. Piştî pîrozbahiya cejna Newrozê  bi hinceta ‘bê destur tevlî pîrozbahiyê bûne’ li xwendekarên Zanîngiha Alparslan ê doz hatin vekirin. Doza ku li 100 xwendekaran hatî vekirin ji aliyê xwendekaran ve hat protesto kirin û xwendekaran gotin: “Em weke zarokên vî gelî ev roja giring ya ku ji kalikên me mayî, emê li herderê beşdar bibin û lê xwedîderkevin.”


Di 20’ê Adarê de Xwendekarên Zanînhiha Alpaslan ê, li kampusa zanîngiha xwe de bi boneya cejna Newerozê pîrozbahî lidarxistibûn. Ji ber wê pîrozbahiyê bi hinceta “bê destur pîrozbahî kirine” li 100 xwendekaran doz hat vekirin. Xwendekaran bertek nîşanê vekirina dozê dan, li kampusa zanîngihê hatin bahev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de endamên MED-DER, DÎHA û JINHA xwestin bikevin hindir lê ji aliyê hêzên taybet ve hatin rawestandin û bi gotina “biryara rektore” nehêlan bikevin hindir. Dema ku xwendekar bi rewşê hesiyan bertek nîşandan û dem kurt alozî di navbera xwendekar û hêzên taybet de derket. Piştî aloziyê hêzên taybet neçar man xwendekaran û çapemeniyê bigirin hindir. Xwendekar li ber avahiya Rektoriyê hatin bahev dovîzên weke “Ma îlahî rektor qirêjiyê derbixin” û “Ji Kawayê berxwedanan Newrozê hêlaye re hezar selam” hildan û duruşmên weke “Bijî Newroz”, “Tundî nikar me bisekinîne” û “Bila Rektor îstifa bike” berzkirin.


‘Emê li hemberî kirinên paşveru tekoşînê bikin’


Bi navê xwendekartan Sultan Îpek daxuyanî xwend û got: “Em weke zarokên vî gelî ev roja giring ya ku ji kalikên me mayî, emê li herderê beşdar bibin û lê xwedîderkevin.” Sultan balkişand li ser hîleyên di dema hilbijartinan de û wiha domand: “Di serî de li Agirî û Serêkaniyê lig elek cihan îradeya gel tune hesabkirin. Emê weke xwendekarên kurd li hemberî vê siyaseta qirêj ya hikumeta AKP’ê bêdeng nemînin. Em soz didin ku emê li nirênê gelê xwe yên ku bi ked û zoriyên mezin bidest xistine xwedîderkevin.”


Li aiyê dinê di dema daxuyaniyê de personel û endamên hîndekariyê bi qemereyên telefonên xwe xwendekar dikişandin. Rektor Prof. Dr. Nîhat Înanç yê ku berê jî weke yê li hemberî xwendekarê kurd tundiyêdike tê naskirin, hat zanîn ku di hilbijartinên 30’ê Adarê de bi ye Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin yê Wanê yê AKP’ê.


(zt)