Xelata Aştiyê ya Îbrahîm Ahmed dan Abdulah Ocalan
16:46
JINHA
SILÊMANÎ - Ji bo bîranîna bavê Hêro Îbrahîm Ehmed hevsera serokomarê Iraqê û lîderê Yekîtiya Nîştimani ya Kurdistanê (YNK)’ê Serok Celal Talabanî, Îbrahîm Ahmed her sal xelatên aştiyê dihat dayîn û îsal xelat hêjayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin.
Heyeta ku paralmanterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu û parêzerê Ocalan Mazlum Dînç jî di nav de îro dê biçin bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê.
Heyet xelata Ocalan dê bigirin. Xelat îro saet di 16.00’an de dê ji aliyê hevsera Talbabanî Hêro ‘Îbrahîm Ahmed ku endama Polîtburoya YNK’ê ye ve dê teslîmî parlamenter Husamettîn Zenderlîoglu û Mazlum Dînç bê kirin.
Xelat her sal ji bo bîranîna Îbrahîm Ahmed tê dayîn. Nivîskar û wergervan Ahmed, di 1914’an de li Silêmaniyê hat dinê û li vir perwerde hiqûqê dît. Di wêjeya kurd de xizmetên mezin kir. di 1956’an de romana wî ya bi navê ‘Janî Gel’ ya ku herî zêde eleqe dîtiye.
Ahmet ku tevli siyasetê bû, bû berpirsê Partiya Kurd ya Demokrat a Îranê a Silêmaniyê. Partî di 1945’an de bi navê Partiya Kurd a Demokrat (KDP) hat guhertin. Ahmed bû rêveberê partiyê. Di 1953’an de bû sekreterê KDP’ê û di 1975’an de wek penaberê siyasî çû Îngîlîstanê. Piştre jî weke endamê damezrêner yê Kongireya Netewî ya Kurdistanê xebitî û endamekî pir çalak û girîng bû. Ahmed di sala 2000’î de jiyana xwe ji dest da.
(zt)
