Xezal: Emê rengê jinan tevlî Giyadînê bikin
09:13
JINHA
AGIRİ – Di hilbijartinên herêmî de li navçeya Giyadînê bi ferqek mezin ya dengan Hevşaredara BDP’ê ya Giyadînê Xezal Aras hat hilbijartin. Xezal diyar kir ku divê din ava civakê de jin bingeh bên giryin û got: “Pergala hevserokatiyê bandorek mezin li ser herêmê kiriye. Em difikirin ku beriya her tirştî ji bo jinan akademiyek ya jinan vekin. Ji bo jin bên bahev emê hewil bidin ku herêmên komunal vekin. Emê rengê jinan tevlî xebatên navçeyê bikin.”
Li navçekya Giyadînê ya Agiriyê bê ferqek mezin ya dengan Hevşaredara BDP’ê ya Giyadînê Xezal Aras hat hilbijartin. Bi rojane li tevahiya herêmê aloziya dengan berdewan dike. Xezal hilbijartinên herêmî nirxand. Xezal da zanîn ku di herêmê de hişmendiya fewdal deshilate. Xezal ji ber van sedeman qala zoriyên ku namzetên jin kişandine kir. Xezal destnîşan kir ku beriya hilbijartinê di vê mijarê de ew gelek bi gumanbû û ji sazumaniya fewdal ya heyî giliyan dike.
‘Pergala hevserokatiyê li ser herêmê bandorek erênî kir’
Xezal balkişand li ser giringiya pergala hevserokatiyê û wiha got: “Dê jin rengê xwe tevlî civakê bikin. Dê bi nasnameya xwe hebûna xwe bide diyarikirin û hişmendiya xwe ya zayendî pêşdebibe. Bê guman dê ev yek bandorê li Giyadînê jî bike û dê li vêderê jî jin bi deng û rengên xwe beşdarî li xebatan bikin. Dê serkeftinên me yên li vêderê bandorê li hemû navçeyên dinê jî bikin. Dê li Giyadînê pêvajoyek nû bê despêkirin. Emê piştevaniya herî mezin jî ji gelê xwe bigirin. Bi rastî jî dema ku gel bawerbike ku dê tiştek bê kirin çî ji destê wan tê alîkarî dikin.”
‘Emê rengê jinan tevlî vî bajarî bikîn’
Xezal wiha axivî: “Ji bo jin, ciwan û berastengan dê xebatên me yên taybet çêbibin. Bi taybetî jî dê ji bo jinan xebatên me yên taybet hebin. Di serî de emê ji bo jinan akademiyek ya jinan vekin. Ji bo jin bên bahev emê hewil bidin ku herêmên komunal vekin. Emê rengê jinan tevlî xebatên navçeyê bikin.” Xezal anî ziman ku dê li gel xebatên sazumaniyê xebatên civakî û çandî jî pêşbixin. Xezal diyar kir ku dê dem dem pêşandanên sînema û şanoyê nîşanbidin. Di dawiyê de jî Xezal balkişand li ser avakirina meclisan û wiha berdewam kir: “Dê harê meyê yekê ji bo avakirina meclisên mebe. Din ava demek kin de emê meclisên jinan, taxan û ciwanan avabikin. Dê ew meslis bikevin nava tevgerê û vîna wan dê bandorê li rêveberiyê bike.”
(zt)

