‘Li dijî topyekûn êrîşan, topyekûn birêxistinbûn’
12:14
JINHA
ENQERE – Meclisa Jinan a BDP’ê bi dirûşma ‘Rêxistinbûna jinê rêxistinbûna civakê ye’ civîna xwe pêk anî û biryara li dijî topyekûn êrîşan, topyekûn birêxistinbûn girt
Meclisa Jinan a BDP’ê encamnameya civîna xwe ya 20’ê kanunê li Enqerê pêk anî aşkera kir. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku di civînê de mijarên wekî nirxandina pêvajoyê, polîtîkayên jinan û plansaziya sala nû hat nîqaşkirin.
Di encamnameyê de hat diyar kirin ku girêvên birçibûnê ya girtiyên siyasî di rojeva Tirkiye û raya giştî de cih girt û wiha hat gotin: “Girêvên birçibûnê di rojeva Tirkiyeyê de cih girt. Daxwazên girtiyan ên wekî, azadiya birêz Ocalan û parastina bi zimanê dayikê li cîhanê û Tirikyeyê deng da. Xwedî li derketina kurd û demokratên li Tirkiyeyê carek din muxatabê çareseriyê û daxwazên kurdan zelal bû. Hikûmeta AKP hewladan kurd û demokratên li Tirkiyeyê aciz bû talîmat da darazê. Carek din bi navê operasyona KCK’ partiya me hedef hat nîşandan. Hikûmet destkeftiyên gelê kurd ditirse, ne tenê derstkeftiyên li Tirkiyeyê, destkeftiyên li Suriyeyê jî. ‘Rêxistinbûna jinê rêxistinbûna civakê ye’ hikûmet ji vê ditirse û ji ber vê jî rêxistinên jinan û parlamenterên jin en BDP’ê hedef nîşan dide.”
‘Rêxistinbûna jinê rêxistinbûna civakê ye’
Meclisa Jinan a BDP’ê bi dirûşma ‘Rêxistinbûna jinê rêxistinbûna civakê ye’ civîna xwe pêk anî û biryara li dijî topyekûn êrîşan, topyekûn rêxistinbûn girt. Di encamnameya meclisa jinan de ev xal cih girt: “Dê bi aktîftîr tevli kongreyên partiya xwe bibin û hewl bidin ku temsîliyeta jinê di rêveberiyên herêmî de bilind bikin. Kotaya cinsiyetê carek din pratîze bikin. Xurtkirina meclisa jinan a bajar û taxan. Ji girtiyên jin re kart bê şandi û nêz ve rewşa tenduristiya van bê şopandin. Di her bernameyan de bal bikişînin ser rewşa Rojava û kurdên ku koçberê Serê Kanî, Weranşar, Nisebîn û Qoserê bûne bên birêxistinkirin. Her wiha li Serê Kaniyê ji bo jinên ku li Rojava koçberê bûna hevdîtina jinan bê organîzekirin. Şopandina qetilkirin, tacîz, tecawiz û şîdetê bidome û her wiha komîsyona şopandinê ya navendî bê avakirin. Komcivîna ji ber girevên birçibûnê hatî taloqkirin dê meha nîsanê bê lidarxistin.”
(la)

