Banga ji bo tevlîbûna doza Serpîl Erfindik
10:29
JINHA
İZMİR – Roja ku biryara parastinê hat rakirin Serpîl Erfindik ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat qetilkirin. Ji bo yekemîn runiştina doza qetilkirina Serpîl Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan ya Îzmîrê banga tevlîbûnê li hemû jinan kirin.
Hîndekara Zanîngiha Dokuz Eylulê Serpîl Erfindik di roja ku biryara parastinê hat rakirin de 15’ê çileya 2013’an de ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat qetilkirin. Dê yekem runiştina doza Serpîl di 14’ê Nîsanê de bê dîtin. Ji bo yekemîn runiştina doza qetilkirina Serpîl Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan ya Îzmîrê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga tevlîbûnê li hemû jinan kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo em li gel Serpîl bin û piştevaniya hemû jinan bikin emê li ber derê Ediliyê bênbahev.”
(zt)

