DİHA yê 12’emîn salvegera xwe pîrozkir
11:26
JINHA
AMED – Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) salvegera xwe ya 12’emîn pîroz kir. Di pîrozbahiyê de xebatkarên çapemeniya azad yên ku ji girtîgihê derketin diyar kirin ku ew soza azadkirina hevalên xwe yên mayîn di girtîgihan de didin, ji cihê mayî dê berdewam bikin û dê tucarî ji xeta çapemeniya azad venegerin.
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) di 4’ê Nîsana sala 2002’an de hatiye avakirin. Bi li darxistina çalakiyekê salvegera wê hat pîrozkirin. Li Navenda Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) yê bi amadekirina resepsyonekê salvegera wê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li gel hejmarek zêde ya xebatkarên çapemeniya azad, gelek rêveberên rêxistinên civaka sivîl û hevşaredar beşdarbûn. Di pîrozbahiyê de midurên nûçeyan, rêveber û nûçegihan, bi giştî xebatkarên Ajansê amadebûn. Li ber dengê mizûkê amadekariyên ku hetibûn kirin pêşkêşî mêvanan hat kirin. Girêdayî giringî û wateya rojê Şefê buroya DÎHA yê ya Amedê Erdogan Altan axaftinek kir. Erdogan da zanîn ku ji dema avabûna Ajansê heta niha ji aliyê pergalê ve herdem rastî zoriyê mezin hatiye û li gel van hemû zoriyan jî xwe gihandiye heta roja îro.
‘Emê tekoşîna xwe berdewam bikin’
Mazlum Ozdemîr yê ku ji doza KCK’ê di girtîgihêdebû û di rojên pêpiya med derket jî axaftinek kin kir. Mazlum jî destnîşan kir k udi salên 90’î de rojnamegerên kurd qetildikirin, di salên 2000’an de jî digirin, dixwazin bi van şêwazan wan bêdeng bikin. Piştî axaftinan jî peyamên ku bi boneya salvegera DÎHA yê hatibûn şandin hatin xwendin. Di dema xwendina mesajan de kêliyên hestiyar hatin jiyan kirin.
Dayîka Mazlum Erencî pasta birî
Piştî xwendina mesajan pasteya ku ji bo 12’emîn salvegera avabûna DÎHA yê hatî amadekirin hat birîn. Beriya birîna pasteyê li ser giyana kesên ku di tevgera azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Paşê jî dayîka Mazlum Erenci yê ku tevlî refên HPG’ê bûyî û paşê jiyana xwe ji destdayî û şefê buroya Enqerê yê DÎHA yê Îbrahîm Aslan pasta birîn.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bidawîbû.
(zt)

