Ji bo Abdulah Ocalan 70 name hatin nivîsîn
12:48
JINHA
EFRÎN - Kampanyaya berhevkirina nameyên gel ên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê Komîteya Parastina Azadiya Ocalan a Kantona Efrînê ve di 2’ê Nîsana 2014’an de hatibû destpêkirin, didome. Di nava hefteyekê de 70 name hatin berhevkirin.
Komîteya Parastina Azadiya Ocalan a Kantona Efrînê, di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di 2’ê Nîsana 2014’an de dest bi berhevkirina nameyên gel û saziyan ên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribûn. Di encama xebatên ku ev hefteyeke dom dikin de 70 name hatin komkirin.
Kampanya wê heta 10’ê Nîsanê bidome û komîte wê hewil bide ku nameyan ji Ocalan re bişîne.
(zt)
