Ji kujerên Sevîlay re daxwaza cezayê muebetê

13:38

JINHA


 AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di der barê Enver Tulay yê ku sê meh berê bû sedema mirina jina ciwan ya 19 salî Sevîlay Suluntay de doz vekir. Dema ku Sevîlay li gel hevalên xwe diçe li ser Bedenên Amedê digere qatîl Enver Tulay wê ji Bircan  avêt û bû sedema mirina wê, ji ber wê jî bi daxwaza cezayê muebetê doz lê hat vekirin.


Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê mirina jina ciwan Sevîlay Suluntay ya 19 salî ku ji bo amadekariya zanîngehê diçûn dersxaneyê û li Bedenên Amedê ji aliyê Enver Tulay ve hate avêtin lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpisîna ku hatibû despêkirin be dawîbû. dozger di îdianameya amade kirî de diyar kir  hişê Enver li serê wî ne, di zîhnê wî de pirsgirêk tuneye û xwest Enver bê cezakirin.


Serdozgeriya Komarê ya ku cînayet lêpirsîn kir, da zanîn ku Sevîlay û hevalên xwe roja bûyerê derdikevin ser Birca Bizinê û ji wir dimeşin û di dema derbasbûna ciwanan de gumanbar Enver Tulay derdikve pêş ciwanan û Sevîlay ji Bedenan davêje. Dozger anî ziman ku dema Sevîlay dikeve gumanbar ji cihê bûyerê direve û ji aliyê polîsan ve tê girtin. Şahid Azad û Yonca diyar dikin ku gumanbar pir zelal dîtine û piştî cînayetê ew teşhîs kirine. bav Kadrî Suluntay jî kujer gilî dike. hat gotin ku kujer Enver Tulay sûcdarî qebûl nekiriye.


Di îdianameyê de hat gotin ku di 23’ê Çileyê 2014’an de li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdehiyê testa îdrara Enver Tulay hatiye kirin û di testê de madeya tiryakê hatiye dîtin. Tulay berê ji ber nerehetiya psîkolojîk li Nexweşxaneya Nexweşiyên tenduristiya Ruh a Elezîzê razaye û li gorî rapora ku ji wir girtiye nerehetiya wî girêdayê bikaranîna madeyê ye.  Dozger anî ziman ku di çarçoveya dosyayê de hatiye fêm kirin ku Enver Tulay ji qestî mêr kuştiye û ji ber sûcê bikaranîna tiryakê du sal bê cezakirin.


Îdianameya hatibû amadekirin ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û tê payîn ku di rojên pêş de derkeve pêşberî dozger.


 


 (zt)