Aygul Bidav: Ma İpekyolu erdhej jiyan nekiriye?
14:53
JINHA
WAN- Li Wanê li gorî ku avahiya taybet ya navenda bajêr di sinorê navçeya Îpekyoluyêdene jî AKP’ê avahî neda Şaredariya Îpekyoluyê da Şaredariya Tuşbayê. Dema ku Hevşareara Îpekyoluyê Aygul Bidav bertek nîşanî rewşê da jî rastî bersiva “Tuşba di herêma afet dene” hat.
Hevşaredarên Navçeya Îpekyolu ya Wanê Aygul Bidav û Veysel Keser bertek nîşanî nêzîkatiya AKP’ê ya ku avahi di sînorê Îpekyoluyê de birine dane Şaredariya Tuşbayê dan û li ber Şaredariya Sixkê daxuyanî dan. Endamên meclisa Şaredariyê jî din av de gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevşaredara Îpekyoluyê Aygul Bidav daxuyanî da, balkişand li ser hîleyên dema hilbijartinan û got: “Me bi çavê referandomê li vê hilbijartinê nêrî û bi wî hawayî em xebitîn. Gelê kurd li vîna xwe xwedî derketin û li gel wê jî AKP hîna li peyî lîstokanbû. Li Agirî û Serêkaniyê hîleyên wan berbiçavbûn. Ji ber lîstokên wan hilbijartinên Agiriyê hatin betalkirin.”
‘Bê xwestin emê kon vedin’
Aygul balkişand li ser ferq û cidahiyên heyî û wiha berdewam kir: “Maqeyî Îpekyolu erdhej jiyan nekiriye? Heta ji ber erdhejê Şaredariya Îpekyoluyê di konteyneran de dima. Me niha dest bi xizmeta konteyneran kiriye. Bê xwestin emê li vêderê konan vedin.”
(zt)

