Jina ciwan hat kêrkirin
15:49
Nîsan
9
/ 2014
JINHA
EDENE – Li Edeneyê Kadir Koç hevala xwe ya jin Tugba Can ya 21 salî ji piş ve 6 caran kêr kir.
Tugba Can ya kul i taxa Reşatbey ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi rêde diçu rastî êrîşa hevalê xweyê berê yê mêr Kadir Koç hat. Jina ciwan xwest bireve lê xelasnebû û kete destê Kadir Koç, welatiyên li derdor xwestin mudaxele bikin lê mudaxeleya wan bi kêrî tuştekê nehat û jina ciwan hat kêr kirin. Jin ciwan ji 6 cihên xwe hat kêrkirin. Qatîl Kadir Koç hat girytin.
(zt)

