Di meşa Ciwanên Rojava ya li ser sînor de Ciwanek birîndarbû
16:05
JINHA
DÊRIK– Pêşmergeyên PDK’ê li ser sînor bi çekên giran êrîşî welatiyên ku ji bo şermezarkirina kolana xendekan meşiyan ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê kirin. Di encama êrîşê de ciwanek birîndar bû.
Welatiyên Rojava li dijî xendekên ku ji aliyê PDK’ê ve di navbera Rojava û Başûr de tên kolan, ev çend rojin nerazîbûnan nîşan didin û îro jî meşiyan ser sînor.
Bi vê armancê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bajarên Qamişlo û Dêrikê, bi sedan welatî çûn gundê Girê Sor ê girêdayî bajarê Dêrikê ku dikeve sînorê Başûrê Kurdistanê.
Bi çekên giran êrîş kirin
Welatiyên ku li vir xwestin nerazîbûna xwe bînin ziman, ji aliyê pêşmergeyên li wî aliyê sînor ve hatin gulebarandin. Pêşmergeyên ku li aliyê Başûr kom bibûn çekên giran ên wekî doçka jî bicîh kiribûn, welatiyên li ser sînor gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanekî ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.
Ciwanan bi keviran bersiv da
Li ser gulebarana pêşmergeyan, komek ciwanan jî bi keviran bersiv dan pêşmergeyan. Demek piştî gulereşandinê û bersivdayîna ciwanan, dayikên ku ew jî ji bo şermezarkirinê çûbûn ser sînor, ji bo ku alozî mezin nebe, pêşiya ciwanan girtin û ew vegerandin. Li ser vê yekê girseya gel ji ser sînor paş de vegeriya.
Li ser sînor sekna pêşmergeyan didome.
(zt)
