Anadolu Quartet Muzîka klasik û awazên Andadolê bi hev re dibêjin

08:34

JINHA


AMED – Anadolu Quartet Awazên Anadoluyê bi formekî muzîka kilasîk dinirxînin. Anadolu Quartet awazên ayîdê gelek gelan digihînin hev û bi henaseyek cuda dibêjin. Anadolu Quartet bang li rêveberiyên herêmî dikin û wiha dibêjin: “Daxwaza me ewe ku şaredariyên me ji bo xebata me butçeyekê veqetînin.” 


Anadolu quartet ji çar kesan pêktê û Awazên Anadoluyê bi formekî muzîka kilasîk dinirxînin. Endamên komê Ehmed Tirgil, Utku Bariş Andaç, Ozan Nabi Akin û Ruşen Arslanargun li bajarên cuda yên Tirkiyê mezinbûne, perwerdeya muzîkê dîtine û dema ku li Zanîngiha Marmarayê xwendine hev naskirine. Endamên komê, di dema perwerdeya muzîkê de xwe pêşde birine û ji bo hunerê xwe derxin holê ji sala 2008’an heta niha bi hev re dixebitin. Di despêkê de weke koma muzîkê ya muzîkên kilasîk lêdixe dihat nasîn. Li Tirkiyê bi muzîka kilasîk re bûbûn yek. Ji Ulvî cemal Erkîn bandor bûn û Erkîn quartet avakirin. Bi derbasbûna demê re hem tarzê muzîka komê hat guherîn û hem jî  jig elek çandan awaz girtin û di dawiyê de bû Anadolu Quartet. Ehmed Tirgil sedema guharîna navê komê nirxand û wiha got: “Di zimanê muzîkê de Quartet tê wateya çarmend. Ji ber koma me jî ji çar kesan pêk dihat me Quartet tercîh kir. Anadolu jî ji ber em awazên Anadoluyê lêdizxin me navê koma xwe kir Anadolu Quartet.


‘Armanca me awazên anadoluyê û klasîk bi hev re gotine’


Ehmed balkişand li ser xebat û armancên komê û wiha domand: “Li Tirkiyê nedîtina rastiya gelan êdî bûye weke kevneşopiyekê. Nimune me hemuyan jî dibeşa muzîkê de mamostayî xwendiye. Emê li Anadoluyê mamostayiyê bikîn. Lê di dema ku me sitiranek yê herêmî digot yan jî awazek lêdixist hema mamostayên me j ime hêrs dibûn. Bi gotinên weke ‘çima hun ji derveyî muzîka kilasîk muzîkên dinê dixebitin’ hêrsbûna xwe nîşandidan. Dema ku em ji vederê mewzun bûn emê li Meksîka yan jî Kanada nexebitîn. Li Dêrsimê û Amedê bixebitin. Emê bibin muhatabê gelên Anadoluyê. Em bi vê hişmendiyê ketin rê û me xwest em muzîka kilasîk û awazên Anadoluyê bi hev re bêjin û xebatek ya muzîkê ya bi vî awayî bikîn.”


‘Ji derveyî muzîkê tu metirsiyên mey ê peyamdayînê nîne’


Ehmed anî ziman ku ew tenê bi karê muzîkê ve mijuldibin û wiha berdewam kir: “Lê sazumaniya Tirkiyê ya siyasî hema amdeye ji bo tuştên biçuk jî weke peyamên siyasî binirxînin. Mînak em bi navê Çênê lorandinek ya herêma Dêrsimê dibêjin. Di vê lorandinê de jinek ya k udi qirkirina 38’an de neçar maye keça xwe bi destê xwe xeniqandiye, tuşta ku jiyan kiriye dibêje. Dema ku em vê dibêjin bi tayîbetî ji bo ku em peyamek siyasî bidin nabêjin. Tenê em çîroka bûyerê dibêjin û em bixwazin nexwazin weke peyamek siyasî derdikeve holê.”


‘Herêmên alternaltîf yên karê muzîkê kirinê nîne’


Ehmed wekedinê bilêv kir ku ew li gel Tara Jaff, Sakîna Teyna, Hîvron, Mehmed Atli û Şêrko Kanîwar xebat dikin û wiha axivî: “Em ji sala 2000’ê heta niha li erdnîgariya Kurdistanêne. Berê ji bo ku kurd şahî û pîrozbahiyên xwe bikin salon nedidîtin. Mînak dema ku hunermendek kurd bixwesta biçe li zanîngihekê konser bide, dê ji aliyê Rektor ve rastî gotinên weke ‘Qet li vêderê nabêje’ dihatin. Niha henek rewş hatiye guherîn. Êdî şaredariyên kurdan bi xwe salon hene. Mînak li Amdê û Dêrsimê gelek salon hene.” Ehmed  pisgirêkên muzîkjenên kurdan jî wiha anî ziman: “Cihên ku muzîkjen têde hunerê xwe pêşkêş bikin nîne. Rewşên bi vî awayî mirovan paşdedixe. Hunermend projeyan derdixin. Lê ji ber nikare bigihîne mirovan dide rawestandin. Daxwaza me weke ku saziyên me taybetî jî şaredarî ji bo huner û xebatên me ji bom e butçeyekê veqetînin. Divê ji bo gel bi huner û muzîkê re bê bahev salonên baş bên amdekirin. Li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek muzîkjen û hunermend vê rewşa bikêmanî jiyandikin.


(zt)