Şaziye: Emê ji bo jinan herêmên jiyanê yên nû vekin
08:43
JINHA
ÎDIR – Di hilbijartinên 30’ê Adarê yên li Tirkiyê de Şaziye Onder ya ku weke namzeta BDP’ê xwe dabû nîşandan û bi serketinek mezin bû Hevşaredara BDP’ê ya Îdirê girêdayî hilbijartinan nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Emê li Îdirê projeyên giring pêşbixin. Bi taybetî jî girêdayî jinan emê navendên jiyanê yên nû vekin. Emê hewilbidin bi van xebatên xwe hem jinan tevlî navendên siyasetê bikin û hem jî ji bo jin bikarin di her hêlêde li ser lingên xwe rawestin xebatan pêşbixin. Divê êdî jin baweriya xwe bi hêza xwe bîne û li pergala hevserokatiyê xwedîderkevin.”
Hevşaredara BDP’ê ya Îdirê ya ku di hilbijartinan de bi serkeftinek mezin hat hilbijartin hem pergala hevserokatiyê û hem jî ji niha û pêde projeyên xwe yên Îdirê nirxand. Şaziye demdirêj din ava tekoşîna azadiya gelê kurd de cîh girtiye û di heman demê de parêzera Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan e. Şaziye diyar kir k udi dema hilbijartinan de li Îdilê gelek lîstokên gemar hatin lîstin. Şaziye anî ziman ku piştî hilbijartinan wan ji bo hinek cihan îtiraz kirine, lê îtirazên wan li ber çavan nehatine girtin û wiha domand: “Li ser Îdirê gelek lîstok lîstin. Cemil Çîçek bi gotinên weke ‘gihiştin sînor’ dixwestin li Îdirê MHP’ê bi hêz bikin. Lê dema kum e xwe berendam nîşanda gel pir li partiya xwe xwedîderketin. J ime û rêveberan zêdetir gel xebat kir û hilbijartin birêvebirin.”
‘Emê kooperatîfên jinan vekin’
Şaziye anî ziman ku jinan koletiya 5 hezar salan bi xebatên 3 mehan şikandin û wiha berdewam kir: “Di van sê mehan de ez difikirim ku me pêngavên cidî avêtine û jin bi awayek zindî tevlî karê siyasetê bûne. Heger jinan evqas alîkariya me nekiribana emê ewqas bi serkeftî nebûna.” Şaziye bilêv kir kul i herêmê deshilatiya hişmendiya mêran heye û wiha axivî: “Hinek jinan bi vekirî nedikarîn alîkarî bikin. Lê dikarim vê bêjim. Êdî hişmendiyke ya di ferqêdebûnê bi jinan re hatiye çêkirin.” Şaziye diyar kir ku ew dê herêmên jiyanê yên nû ji jinan re vekin. Şaziye da zanîn ku dê bi her awayî ji jinan re bibin alîkar û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Emê bivekirina kooperatîfên jinan û saziyên zimanê kurdi yên ku zarok têde hînî zimanê dayîka xwe bibin alîkarî bikin. Emê hewil bidin ku derfetên wiha avabikin hem jinan tevlî karê siyasetê bikîn û hem jî jin bikarin di heralî de xwe li ser lingên xwe rawestin.”
‘Emê bi hêza jinan ya cewherî bixebitin’
Şaziye destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê gelek giringe û divê em baş bixebitînin. Şaziye anî ziman ku êdî divê jin di ferqa hêza xwe ya cewherî debin û wiha domand: “Bi tayîbetî jî divê di aliyê çawa jin hatine kole kirin û riya xilasbûna ji wê çawaye bin nirxandin û jin di vana liyan de bibin xwediyê hişmendiyek baş. Ez difirkirim ku jin divê xwe li ser vê mijarê perwerde bikin. Li gorî min divê êdî jin bawerî bi hêza xweya cewherî binin û li pergala hevserokatiyê xwedîderkevin.” Şaziye derbirî ku heger ev pargal baş bê xebitandin dê tevahiya cîhanê jê bandor bibin û bi xebitînin û wiha berdewam kir: “Ez di wê baweriyê deme ku bi avakirina vê pergalê û hêza gel emê bikarin li ser erdnîgariya Kurdistanê gavên xweseriya demokratîk bavêjin.”
(zt)

