‘Em rêhevalên xwe yên girtî jibîrnakin’
13:05
JINHA
STENBOL– Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê ya Stenbole ji bo jinên girtî dê kart bişînin. Jinan destnîşan kir ku rêhevalên xwe yên azadîxwez û aştîparêz tu carî ji birnakin.
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê ya Stenbolê roja şemiyê saet 13.00’an de li ber postexaneya Galatasarayê kom bibin û girtiyên jin re kart bişînin. Jinan diyar kir ku dê her tim hewldana xwe ji bo azadiya rêhevalên xwe xurt bikin.
‘Tevli bernameya me bibin’
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê wiha nêrînên xwe anîn ziman. “Sala 2012’an qediya. Bi hezaran jinên ku li dijî şer, tacîz, tecawiz, qetilkirina jinê û her wiha ji bo aştî, zimanê dayikê, azadî, wekhevî û demokrasiyê ketin nav hewldanan niha girtîne. Çend roj şûnde emê sala nû peşwazî bikin. Em tu carî rêhevalên xwe yên jin ji birnakin. Em ji bo rêhevalên xwe kart dişînin û ji van re bibejîn dê ji bo azadiyê hewldanên xwe bidomînin. Em bang li hemû jinan dikin bila tevli bernameya me bibin.”
(la)

