Jinên ciwan firina Waşokanî vekirin

10:27

Medya DÊRSİM/ JINHA


SERÊKANΖ Li Serêkaniyê jinên ciwan firinek vekirine. Jinên ciwan ji karê xwe razîne û firina wan rastî eleqeyek mezin tê. Jinên ciwan diyar kirin ku ew bi karê xwe şanazin û dixwazin hemû jinên ciwan bi karên wiha serkeftî ve mijul bibin û serkeftina xwe wiha anîn ziman: “Em di xwezin hemû jinên ciwan yên vê herêmê di karên wiha de cihê xwe bi girin, ji ber bi rastî jin bi riya karên wiha hêza xwe nas dike û bi kêfxweşî xizmeta civakê dike.”


Li bajarê Serêkaniyên ê Rojava  jinên ciwan firina nanpêja Waşokanî  avakirin e. Firina Waşokanî ya ku beriya 2 mehan bi awayeke fermî hatiye vekirin, ji aliyê 4 jinên ciwan ve birêve diçe û eleqeyeke mezin dibîne. Ji xebatkarên firinê Rehşan Ebdo axivî û di derbarê karê xwe de wiha agahî da; “Ev projeya keyeme ku em ji bo jinan pêktînin. Niha karê me tenê nan pêjiye. Armanca me jî vekirina vê firinê, em dixwezin weke her kesî xizmeta civakê bikin. Em niha tenê 4 keç difirinê de kar dikin. Ji ber me nû dest bi karê xwe kiriye. Lê di dema pêş de em di xwazin hijmara xwe zêde bikin. Ji ber projeyên me yên derveyî nan pehtinê jî hene û em dixwezin bi riya van porojeyan cih bidin keç û jinan. Her wiha di plana me de heye ku em didemên pêş de tevî şêweyên din yên nanpijandinanan, em karê xwe berfereh bikin û şêweyên şêrînahiyê jî li ser karê xwe  zêde bikin.


Firina jinan rastî eleqeyek mezin tê


Her wiha  Rehşan di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser zoriyên ku kişandine û gotinên xwe wiha berdewam kir; “ Di serî de şêniyê herêmê zêde qebûlkirin û razîbûnek nîşanî me ne dan, lê bidemê re dema ku dîtin em birastî dikarin xwe dikarîn vî karî bikin, niha jî hemû şêniyên herêmê dibêjin; ‘emê biçin nan ji nanpêja jinê ya Waşokanî bînin.’Her wiha dinava hemû firinên din de,nanê me hînzêdetir tê ecibandin. Li gel vê di warê ziman de jî hinek zehmetî derketin pêşberî me. Ji ber bajarê Serêkaniyê di warê zimanan de pir dewlemede, me hemû ziman ne dizanîn, ji lewra pêwîstbû em xwe fêrî zimanên din jî bikin, lê em bi demê re fêrbûn. Bivîrengî me hem bikarê xwe, hem jî bi riya têkiliyên me bişêniyên herêmê re karî em xwe bi her kesî bidin qebûlkirin.


‘Nanê ku derdiket mi ji YPG û YPJ’ê re dişand’


Rahşan her wiha di derbarê bandor kirina rewşa şer ya li ser karê wan jî wiha axivî; “ bi awayeke fermî ev nêzî 2 mehane ku me dest bi karê xwe kiriye, lê beriya wê jî me bi qasî 3  mehan kar kiribû. Lê ji ber şer dibajarê me de pir giranbû, şertû mercên şer bû sedem ku em zehmetiyan bikişînin. Her roj balafirên şer, tang û top li ser serê me bûn,vê yekê jî karê me asteng kir. Di wê pêvajoyê de hemû nanê ku der diket, weke alîkarî me dişand ji hêzên YPG û YPJ’ê re. Lê ev 2 mehe êdî her ku diçe rewşa ewlehî baştir dibe, ji ber vê di 2 mehên dawiyê de me bênavber karê xwe birêve bir.”


Her wiha Rahşan di derbarê peyda kirina arvan û rewşa aborî ya nanpêjaWaşokanî de jî wiha rave kir; “Di demên destpêkê de kesên ku di projeyên jinan de, cihê xwe digirtin alîkarî ji me re dişandin. Lê niha dema ku em nanê xwe difroşin, êdî em aboriya xwe ji bo kirîna arvan der dixînin. Her wiha li bajêr aş jî heye em ji wir jî arvan peyde dikin. Di pêvajoyên destpêkê de ji ber sedema şer, nanpêjên din fîata nanê xwe zêde kirin û êdî kes nema ji wan nankirî, lê me fîatê nanê xwezêde nekir û bi heman fîatî hîşt. Ji ber vê me dît ku eleqeyeke hîn mezintir li hember firina me çêbû. Niha jî em biheman fîatê nanê xwe difroşin.


‘Em dixwazin jîn jî serkeftîbin’


Rahşan di derbarê keçên ku di nanpêja Waşokanî de kar dikin de jî wiha got: “ hemû keçên di firinê de kar dikin kurd in, lê em dixwezin hemû jin û keçên ku di vê herêmê de di jîn yên ji netewên din jî di nava me de cihê xwe bigirin. Her wiha hemû keçên ku di nanpêjaWaşokanîde kar dikin ji aliyê malbatên xwe ve jî eleqeyek hatiye nîşandan. Di serî de jî hemû malbatan gotiye em dixwezin jin bi ser bikevin. Em jî weke keçên kurd em dixwezin bi ser bikin û di warê xizmet kirina civakê de erkan bidin ser milên xwe.”


‘Em ji karê xwe hezdikin’


Kedkarek dinê ya di firinê de dixebite Şêrîn Mio jî ji bo xebatên xwe yên firinê şanaziya xwe bi vî awayî anî ziman; “ Di destpêkê de dema ku firinê dest bi kar kir, min di vî karî de cihê xwe girt. Her wiha ez bi xwe gelek kêfxweşim, ji ber ez dikareke wiha de cihê xwe digirim. Ev cara yekeme ku di herêma me de karekî bivîrengî birêvediçe û heya niha di nava civaka me de karên ku yek ser keç cihê xwe tê de bigirin nehatiye kirin. Lê dema em bi xwe jî ketin nava vîkarî me dît ku jin bi tena serê xwe dikare gelek karan bikin, bêyî ku pêdiviya jinê bi mêr hebe. Her wiha em hemû keçên di vî karî de cihê xwe di grin jî em ji karê xwe hez dikin û zewqeke mezin jî ji karê  xwe digirin.”


‘Jin bi şanazî xizmeta civakê dike’


Şîrîn di derbarê nanpêji ya rojane de jî wiha peyîvî; “Em ji êvarî de hevîrê xwe amede dikin, her rojdi demjimêr 6’an de firinê vedikin. Dema em sibehê tên hevîrê me amedeye wiha em dest bi çêkirina nanê xwe dikin. Her kes erkên wan cûda ye. Di serî de em hemû bi hev re girikên xwe amede dikin, pişre du kes nan vedikin, yek rûyê nan şil dike û yek jî di firinê de nan sor dike, firotinê jî em bi xwe dikin. Heyanî nan bê firotin yan heyanî seatên êvarê jî em li firinê dimînin.


Şîrîn di dawiyê de jî bang li hemû keçan kir û wiha got; “Ez di xwezim hemû keçên vê herêmê di karên wiha de cihê xwe bi girin, ji ber bi rastî jin bi riya karên wiha hêza xwe nas dike û bi kêfxweşî xizmeta civakê dike. Her wiha gelek keçên me yên ku dimalê de bê kar runiştine hene. Ez ji wan re dibêjim ku ew jî dikarin dikarên wiha de, cihê xwe bigirin. Ji ber birastî belkî di serî de ev kar zehmet be, lê dema ku mirov fêrî kar dibe di mirovan de kêfxweşiyeke mezin dide avakirin.”


(md/zt)