Li Humsê êrîş 25 mirî 107 birîndar

10:50

JINHA


HUMS – Li bajarê Humsê ku 3’emîn bajarê mezin ê Suriyê ye, di encama 2 teqînan de, 25 kesan jiyana xwe ji dest da, 107 kes jî birîndar bûn.


Li gorî nûçeyên di saziyên çapemeniyê yên Suriyê de hatin weşandin, teqîn li kolana El Xizir a taxa Kerem El-loz ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, pêk hatin. Hate diyarkirin ku 2 wesayîtên bombebarkirî ku ji berê de hatibûn bicîh kirin, di nîv saet navberê de hatin teqandin.  Di encama teqînan de jin û zarok jî di nav de 25 kes mirin, 107 kes jî birîndar bûn.


Balkêş e ku teqîn piştî ku rejîma Baas li bajaroka Renkus a li ser sînorê Lubnanê serkeftina îlan kir, pêk hatin.


(zt)