‘Gelê Rojava gelekî berxwedêr û çavnetirse’

12:35

JINHA


SILÊMANÎ - Li binarê Qendîl merasîmek ya Komeleya Xwendekarên YNK’ê hat çêkirin. Di merasîmê de Kurê Serokomarê Êraqê û sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Qubad Talebanî axivî û got: “ Şoreşa Rojava di nav dilê me de cihê xwe heye û herdem em pê re ne. Gelê Rojava gelekî berxwedêr û çavnetirsin. Gelê Kurd li wê mafê xwe yê rewa diparêze.”


Di  merasîma  komeleya xwendekarên YNK ê ya li binarê Qendîl hat li darxistin de, Qubad Talibanî tevî serokê lîsteya YNK ji bo parlemena Êraqê  yê ser lîsta Hewlêrê Arêz Ebdullah jî di nav de gelek namzetên lîsteya YNK tevlî bûn. Di merasîmê de Kurê Serokomarê Êraqê û sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Qubad Talebanî  wiha axivî: “ Şoreşa Rojava di nav dilê me de cihê xwe heye û herdem em pê re ne. Gelê Rojava gelekî berxwedêr û çavnetirsin. Gelê Kurd li wê mafê xwe yê rewa diparêze.”


‘Şoreş berdewam dike’


Qubad Talebanî  xebatên xwe jî wiha anî ziman: “Armanca me ji vê merasîma li Binarê Qendîl di serî de ji bo ciwanên herêma Sorane. Ya din jî ev der cihê şoreşa gelê Kurde ku hêjî ev şoreş berdewam dike li van çiyan.” Qubad Talebanî bal kişand ser rewşa tendirustiya Serokomarê Êraqê Celal û diyar kir ku, rewşa tendurustiya wî başe û ber bi başî ve jî diçe.


‘Divê şaşiyên berê neyên dubarekirin’


Qubad bal kişand ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û wiha domand: “Şoreşa Rojava di nav dilê me de cihê xwe heye û herdem em pê re ne. Gelê Rojava gelekî berxwedêr û çavnetirsin. Gelê Kurd li wê mafê xwe yê rewa diparêze.” Di berdewamiya axaftina xwe de Qubad balkişand li ser helwesta netewi ya Rojava û wiha berdewam kir: “Nabe ku Kurd şaştiyên xwe yên berê dubare bikin. Bi taybet li Rojava divê Kurd bi helwesteke netewî tev bigerin. Şaştiyên ku me berê kirin, hertim em paşxistin.”


Di dawiyê de jî Qubad bang li ciwanan kir û got: “Divê ciwanên Kurdistanê ji welatê xwe hez bikin û di hemû qadan de tekoşîn bikin.”


(zt)