Cezayê qatîlê Songul Malkoç kêmkirin!

13:33

JINHA


AMED – Li Amedê runiştina doza Mehmed Emîn Çapat yê ku hevsera xwe Songul Malkoç ya 17 salî bi poşiyê xeniqandî hat dîtin. Rruniştina dozê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hat dîtin. Di runiştinê de qatîl Mehmed Emîn Çapat amadebû. Despêkê cezayê muebetê hat dayîna Mehmed paşê jî li gel şêwirîna heyeta dadgehê cezayê wî kêm kirin.


Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê di mijdara sala 2013’an de ajovanê minubusê Mehmed Emîn Çapat yê ku salek û nîv bû zewiciyî bi poşiyê hevsera xwe Songul Malkoç xeniqandibû. Piştî bûyerê qatîl Mehmed Emîn Çapat hatbû girtin. Runiştina biryargirtinê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amdê hat dîtin. Di runiştinê de qatîl Mehmed Emîn Çapat, xizmên Songul Malkoç û parêzer amadebûn. Dozger mutale pêşkêşî dadgehê kir û li gorî madeya TCK’ê ya 81/1’an bi sedema ku “bi zanebûn jina k udi serwşa nekariye xwe biparêzedebû qetilkiriye” ji qatîl Mehmed Emîn Çapat muebet hat xwestin. Ji ber mehra wan ne fermî bû Songul Malkoç ya 17 salî weke ‘hevser’a wî nehat pejirandin.


‘Weke hevser nepejirandina Songul newekhaviye’


Dayîka Songul Malkoç Zarîfe Malkoç jî mafê axaftinê girt û got: “Ez vî mirovî û diya wî hewaleyî xuda dikim. Ez ji vî kesî bi gumanim giliyê wî dikim û dixwazim cezayê muebetê bê dayîna wî.” Parêzer Semîre Nergiz jî wiha got: “Ez tevlî beşek ji mutaleya dadgehê ya hatî xwendin dibim. Heger meherya wan bi fermî napejirînin û her çiqasî meherya wan dînî jî hatibe birîn cardin di heman malê de jiyan dikirin. Ji ber vê sedemê lig ora madeya 5237’an ya TCK yê ya 82 an vî mirovî cînayet kiriye. Ez vê helwestê weke cudahiyê dibînim. Tu delîlê daxistina cezayê bersuc nîne û em teleb dikin ku cezayê hatî dayîn neyê kêmkirin.”


Kêmkirina cezayê qatîl!


Di dawiyê de heyeta dadgehê li qatîl Mehmed Emîn Çapat guhdarîkir. Piştî navberke kin heyeta dadgehê biryar diyarkir. Heyeta dadgehê ji ber jina ku hatî qetilkirin temenê wê biçuke cizayê qatîlkêm kir. Heyeta dadgehê despêkê xwestin di derbarê têkiliyên Songul Malkoç bi keseke dinê re heye yan na lêkolînekê bidin despêkirin. Piştî bertekên parêzerên têkildarî bûyerê ji vê helwsta xwe hatin xwar.


(zt)