Ji bo 20 PKK yiyan MEYA-DER’ê kon veda
15:21
JINHA
AMED – Ji aliyê MEYA- DER’ê ve ji bo 20 PKKyiyên ku li gel 133 hevalên xwe yên PKK yi yên ku di gorek komi ya li herêm Çewikêdebûn, li Parqa Koşuyolu ya Amed konê sersaxiyê hat vedan. Gora komiya kul i Çewlikê hat vekirin ji 133 PKKyiyan nasnameya 74’an hat diyarkirin. Konê sersaxiyê ji aliyê BDP yiyan û hevşaredarên şaredariyan ve hat ziyaretkirin. Di konê sersaxiyê de Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî. Zubeyde diyar kir ku gorên komî wehşeta dewletê ya salên 90’î derdixe holê. Zubeyde balkişand li ser armanca vedana kon û got: “Ji bo derxistina holê ya şerê qirêj yê ji aliyê dewletê û kontirayê ve li ser gelê kurd hatî meşandin e.”
Ji aliyê Komeleya Şêwirmendî û Piştevaniya Xizmên Wendayan ya Mezopotamya (MEYA- DER) ê ve ji bo 20 PKKyiyên ku li gel 133 hevalên xwe yên PKK yi yên ku di gorek komi ya li herêm Çewikêdebûn, li Parqa Koşuyolu ya Amed konê sersaxiyê hat vedan. Gora komiya kul i Çewlikê hat vekirin ji 133 PKKyiyan nasnameya 74’an hat diyarkirin. Konê sersaxiyê ji aliyê endamên navend û navçeyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên Amedê, Hevşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, hevserokên navçeyên Amedê, Dayîkên Aştiyê û gelek welatiyan ve hat ziyarrt kirin. Di kon de posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, wêneyên PKK yiyên jiyana xwe ji dest dane, alayên PKK û KCK’ê hatin hildan. Di taziyê de kêliyên hestiyar hetin jiyankirin. Di kon de fatîhe hat xwendin û paşê jî deqeyek li ser giyana kesên di tekoşîna azadiyêde jiyana xwe ji dest dane hat sekinîn. Piştî rêzgirtinê welatiyan dirişmên “Şehîd Namirin” bilind kirin.
‘Wehşeta salên 90’î di gorên komî de tên dîtin’
Di konê sersaxiyê de Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî. Zubeyde balkişand li ser wehşeta hikumetê ya salên 90’î û wiha got: “Wehşiyeta k udi salên 90’î de hatî kirin di gora komi ya Çewlikê de têdîtin. Vê rewşê qirêjiya şer jî derxist holê. Hevalên hatine qetilkirin û di qorên komî de hatîn veşartin kirinek ji derveyî mirovahiyêye.” Zubeyîde anî ziman ku şaredarê salên 90’î û deshilatiya wê demê li hemberî vê wehşiyetê bê deng mane. Zubeyîde da zanîn ku ji bo derxistina holê ya van kirinên qirêj yên salên 90’î û rastiya Tirkiyê bê dîtin wan kon vedane.
‘Emê dijminahiya dewlet û kontireyê derxin holê’
Zubeyîde bilêv kir ku divê hemu gorên komi yên tên vekirin xeber bên dayîna MEYA- DER’ê û hestiyên wan radestî malbatên wan bên kirin û wiha berdewam kir: “Emê vê qirêjiya dewlet û kontireyê ya li ser gelê kurd dayîn meşandin derbêxin holê.”
Piştî axaftinan fatîhe hat xwendin. Her wiha hat zanîn ku di roja yekê ya taziyê de dê kon ji aliyê navçeyên Rezan û Peyasê ve bên ziyaret kirin. Di roja duyemîn de dê ji aliyê navçeyên Sur û Yenîşehîrê ve bê ziyaretkirin û di roja sêyan de jî bi tevlîbûna hemû navend û navçeyên Amedê di saet 13.00 an de tevlî taziyê bibin.
(zt)

