Hêro Îbrahîm li gel şandeya Rojava civiya
18:44
Nîsan
10
/ 2014
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê Hêro Îbrahîm Ehmed pêşwazî li Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Salih Muslim kir û bi hev re li ser rewşa Rojava gotubêj kirin.
Her wiha di hevdîtinê de berpirsa karûbarên Ewropa ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Şehnaz Îbrahîm, Nûnerê TEV-DEM`ê yê Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso û Nûnera Yekîtiya Star Êraq û Herêma Kurdistanê Nûcîn Yusêf jî di hevdîtinê de amadebûn.
Di hevdîtinê de mijarên hevbeş ên girîng bi teybet ên li ser Rojava û rewşa şoreşa Surî gotebêj kirin û nirxandin.
(zt)

