Li Karazê bi xebata hevebeş pêvajoyek nû bê despêkirin
08:34
Mizgin TABU - Derya CEYLAN / JINHA
AMED – Hevşaredar Bêrîvan Elîf Kiliç ya k udi hilbijartinên 30’ê Adarê de bi rêjeyek ji sedî 78 deng girtin û bi serketin. Bêrîvan diyar kir k udi temenê biçuk de zewicandina zarokên keç ya di temenê biçuk de rastiyek civakiye. Bêrîvan anî ziman ku ewê li hemberî van hemû zoriyan têbikoşin û got: “Piştî serketina me ya hilbijartinan di hemû raportajên xwe de min qala ‘bukên zarok’ kiriye. Li şona gotinên minên li ser pergala hevserokatî û şaredariyê her dem di manşetên rojnameyan de gotinên minên li ser bukên zarok dayîn şaşe.”
Di hilbijartinên herêni yên 30’ê Adarê di tevahiya Tirkiyê de hatî kirin de Partiya Aştî û Demikrasiyê (BDP) ê li herêmê 103 şaredarî girtin. Hejmara şaredariyên wan zêdebûn. BDP bi pergala hevşaredariyê bi hevsengî xebatkirinê rolek giring girtine ser milê xwe. Yek ji şaredariyê BDP’ê girtîn jî şaredariya Navçeya Karazê ya Amedêye. Ji niha û pêde Şaredariya Karazê ji şaredariya tenê bi ramanê mêran birêvediçu derdikeve û dê bi ramanek hevbeş bixebite. Bêrîvan Elîf Kiliç ya ku li navçeya Karazê hatiye çavên xwe li jiyanê vekiriye, li wê mezinbûye û di hilbijartinên herêmî de bi rêjeyek ji sedî 78’ê dengan di hevşaredariyê de bi serketiye. Bêrîvan diyar kir ku wan li gel jin û welatiyên Karazê bi hev re xebatên hilbijartinan bi rêvebirine.
‘Min sergirtina xwe ji AKP’ê negirtiye’
Bêrîvan da zanîn ku dê bibe dengê gelê Karazê û hemû xebatên xwe ji bo avakirina xweseriya demokratîk bikin. Bêrîvan anî ziman ku ji ber sergirtina wê di dema despêka xebatên hilbijartinan de gelê Karazê wê weke AKP yî zanine û wê di vê hêlê de zorî kişandiye û wiha got: “Çî cihê ku ez çuyîmê min AKP nebûyîna xwe anî ziman. Ez BDP yîm û min sergirtina xwe ji AKP’ê negirtiye. Min îslamyet jî bi AKP’ê nasnekiriye. Dapîr û bapîrên me nimêj kirine û rojî girtine.”
‘Heta niha jin di şaredariyan de nebûne xwediyê mafê gotinê’
Bêrîban destnîşan kir ku heta niha herdem şaredariya Karazê ji aliyê mêran ve hatiye birêvebirin û ji niha û pêde dê di karê xe de jinan bingeh bigirin. Bêrîvan derbirî ku dê ji niha û pêde li gel rêxistina BDP’ê ya navçeyê bi hev re di karê xwe de pêşengiyê bidin jinan.
‘Pergala hevserokatiyê di cîhanê de yekeme’
Bêrîvan bilêv kir k udi nava xebatên xwe yên hilbijartinê yê sê mehan de her dem pergal hevserokatiyê û xweseriya demokratîk ji gel re vegotine û wiha domand: “Pergala hevserokatiyê di cîhanê de yekeme. Despêkê dema kum e lig undan qala pergala hevserokatiyê û xweseriya demokratîk dikir ji bo welatiyan ecîb dihat û di serê wan de nîşanên pirsê çêdikir. Di derbarê pergala hevserokatiyê de zêde agahiyên wan nebû. Lê li her derê me ji gel re vegot.”
‘Pergala hevserokatiyê şoreşeke’
Bêrîvan diyar kir ku jin bi rênî nêzî pergala hevserokatiyê bibûn. Bêrîvan da zanîn ku pergala hevserokatiyê pêşniyara Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan e û ew weke “şoreşa jinê” lêdinêrin. Bêrîvan bilêv kir ku bi pergala hevserokatiyê re hejmara jinan di şaredariyan de zêdebûn û wiha berdewam kir: “Pergala hevserokatiyê de aliyê jinan de gelek giringe. Di vê wateyê de ew dê hêsan hatina jinan ya şaredariyê biparêzin. Ev rewş ji bom e serkeftinek mezine. Ji ber dê di aliyê nêrîna li jinan de jî nêrîn bên guhertin. Emê bi pergala hevşaredariyê xebatên xwe derxin astekî herî baş.”
‘Emê nifşek yê xweseriya demokratîk biparêze avabikin’
Bêrîvan destnîşan kir ku dê derfetên şaredariyê ji bo gel bi awayê baş bixebitînin û dê ji avakirina xweseriya demokratîk re bingeh avabikin. Bêrîvan derbirî ku dê li ser bingehê xweseriya demokratîk ji bo ciwanan ji rewşa aloz rizgarbikin dê projeyan pêşbixin û wiha axivî: “Pirsgirêkên civaka me û ciwanên me jiyan dikin ji nedîtî ve lê tê nêrîn. Kes êşa wan hîs nakin. Divê em li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Ez dixwazim di vê mijarê de karekê bikim. Ezê vê bi alîkariya welatiyan bikim. Di vê wateyê de ez li benda alîkariya herkesême.”
‘Weke zarokên buk derxistina pêş şaşe’
Hevşaredara Karazê piştî k udi hilbijartinan de biserket di medyayê de rastî eleqeyek mezin hat. Bêrîvan anî ziman k udi roportajên ku dane de her dem weke zarokên buk derxistina pêş ew şaş dibîne û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Piştî ku em di hilbijartinan de bi serketin di hemû roportajan de her dem weke ‘zarokên buk’ bûm rojev. Li şona gotinên min yên li ser pergala hevserokatiyê û şaredariyê li cihê wan zarokên buk dayîn û di manşetên rojnameyan de cîh girtin şaşe.”
(zt)

