Zimanê ku tê ji bîr kirin zarok lê xwedî derdikevin
08:46
Sarya GOZUOGLU - Bêrîtan ELYAKUT / JINHA
RIHA – Kireşa bi navê Avşîn Baxçê Zarokan ya ku ji aliyê Şaredariya Wêranşarê ve hat vekirin ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê. Girêdayî vîzyona kireşê fêrmenda kireşê Leyla Elyakut wiha axivî: “Heta niha xwestin zimanê me yê dayîkê tunebikin û em mexdurî bişaftinê kirin. Em dixwazin bi zimanê xwe li gel zarokên xwe bipeyîvin wan perwerde bikin û jiyana wan bi zimanê wan berdewam bike.”
Kireşa bi navê Avşîn Baxçê Zarokan ya ku di sala 2013’an de ji aliyê Şaredariya navçeya Wêranşarê ya Rihayê ve hat vekirin ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê. Kireş ji 3 polan û 45 xwedekaran pêktê. Zarokên ku piranî temenê wan di navbera 3-5 saliyê de nin bi zimanê dayîka xwe perwerdê dibînin. Cîgira şaredara berê ya Weranşarê Suna Ulututkel diyar kir ku zarok bi dîtina perwerdeya zimanê dayîka xwe zêdetir dikarin bipeyîvin. Fêrmenda Kireşê Leyla Elyakut jî da zanîn ku divê beriya her tiştî zarok bi zimanê dayîka xwe bizanin û wiha got: “Perwerdeya zimanê dayîkê ji bom e gelek giringe. Heta niha xwestin kum e ji zimanê dayîka me bê par bihêlin û em bûn mexdurê bişafinê. Emê bi hemû zarokên xwe re bi zimanên wan bipeyîvin, wan perwerde bikin û wiha jiyana wan berdewam bikin.”
‘Herku diçe eleqeya li hember di kireşan de ziman deyîkê bê dayîn zêde dibe’
Cîgira Şaredara Wêranşarê ya berê Suna Uluturkel destnîşan kir ku wan berê daxwaza vebûna kireşê kiribûn, şert û mercan niha derfet dan ji bo vekirina wê. Suna derbirî ku di kireşan de perwerde ya bi zimanê dayînkê her ku diçe eleqeya gel zêde dibe. Suna anî ziman ku ji bo jinên dixwazin bixebitin lê ji ber zarokên xwe nikarin dê kireşên dinê jî bidin vekirin û wiha domand: “Bi vê bûneyê zarok zêdetir dikarin bi zimanê dayîka xwe bipeyîvin. Dê perwerdeya wan bi kurdîbe.” Suna bilêv kir k udi aliyê vekirina kireşên bi zimanê dayîkê perwerde didin de dereng mane lê ji bo agva yekê ew vekirina kireşê giring dibîne.
‘Armanca me zimanê ku tê ji bîrkirin êdî neyê ji bîrkirine’
Suna girêdayî nêrîna welatiyên Weranşarê ya li kireşê jî wiha anî ziman: “Armanca me ya herî mezin zarok despêkê bi zimanê dayîka xwe hîn bibin. Li hemberi yên ku dixwazin zimanê me bidin ji bîr kirin, çî dibe bila bibe emê zarokên xwe hînî ziman dayîka wan bikin û bi zimanê dayîka wan mezin bikin.” Suna diyar kir ku heta niha jinên kurd gelek kar kirine û dê ji niha û pêde jî bikin. Suna da zanîn ku divê jin zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin û wiha berdewam kir: “Pêşeroja me zarokên mene. Ji ber vê jî perwerdeya wan û naskirina wan ya nasnameya wan giringe.”
‘Divê zarok bi zimanê xwe mezin bibin’
Fêrmenda Kireşa Avşîn Baxçê Zarokan Leyla Elyakut jî diyar kir ku Kireş ji 3 polan û 45 xwedekaran pêktê. Leyla balkişand li ser di kireşan de giringiya zimanê dayîkê û wiha got: “Heta niha xwestin me ji zimanê dayîka me pê par bihêlin û em bûn mexdurê bişaftinê. Em dixwazin bi hemû zarokên xwe re bi zimanê wan pêrebaxivin wan perwerde bikin û mezin bikin.” Leyla da zanîn ku beşek kêm ji zarokan zimanê dayîka xwe dizanin û wiha got: “Malbatên ku zarokên xwe tînin li gel me di despêkê de bi goman nêzdibin. Sedema van gumandkirinan jî malbat difikirin ku dema dest bi dibistanê kirin dê di hînbûna zimanê tirkî de zoriyên bikêşin. Lê bi demê re ev tirs hat şikandin.”
‘Zarok bêyî durbikevin li zimanê xwe xwedî derdikevin’
Leyla anî ziman ku ew hemû waneyan bi kurdî dide zarokan û wiha domand: “Zarok di dem ali malê de sitiran û gotinên kurdi yên ku hîn dibin dema tên li vêderê b ime û hevalên xwe re par dikin. Ev rewş dide diyar kirin ku zarok ji zimanê dayîka xwe çiqas hezdikin. Di rastiyê de ji zimanê dayîkê yê ku qet jê dur ne ketiye carekedinê nasdike û hes dike.” Leyla destnîşan kir k udi kireşê de ew çîrokên girêdayî zarokan dixwînin û zarok jî dema diçin mal qala wan çîrokan dikin û malbat jî bertekên erênî nîşan didin. Leyla bilêv kir ku li gorî li Wêranşarê kireş nûye jî lê welatiyên Wêranşarê alîkarî didin kireşê û wiha berdewam kir: “Di dema pêş de emê ji malbatên zarokan re perwerdeyekê bidin. Di aliyê me de ev mijar pir giringe. Dê ev xebat têkiliya navbara dayîk û zarokan zêdetir bi tendurustbe.”
(zt)

