Raperîna malbata keça hatî tecawîz kirin: Bi tenê hatin hiştin
10:37
Mizgin TABU-Asiye TEKİN/JINHA
ŞİRNEX – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 18 Îlona sala 2013’an de zaroka keç H. T ya ku ji sedî sed berasteng ji aliyê 3 kesan ve hat revandin û tecawîzkirin. Piştî bûyerê H. T ji aliyê dewletê ve girtine bi nparastinê. Diya wê û bavê wê diyar kirin ku piştî bûyerê deruniya wan têkçuye û gotin: “Malbatên kesên tecawîzcî kes li dozê xwedî derneketin û em bi tenê man.”
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 18 Îlona sala 2013’an de zaroka keç H. T ya 17 salî ku ji sedî sed berasteng ji aliyê çend kesan ve hat revandin û tecawîzkirin. Girêdayî tecawîzê kesên bi navê S.S, M.F û Î.A hatin girtin. H. T ya ku dibin parastina dewletêdeye kes nizane li kuye. Bersucên ku hatine girtin jî hîna girtîne. Dayîka mexdura tecawîzê H. T Faniye Turan da zanîn ku keça wê berî niha 3 salan ji avahiyê ketiye û ji sedî sed berasteng bûye. Faniye anî ziman ku ji ber keça wê berastengbûye nekariye xwe biparêze û wiha got: “Ez vê zilma kul i keça min hatî kirin na pejirînim. Niha keça min li ku ye nizanim û ez wê gelek mereq dikim. Ez dixwazim keça xwe bibînim. Ez dixwazim xwîna kesên ku wiha li keça min kirine vexwim. Însan tuştek wiha bi serê mirovek berasteng dike? Yên ev kirine ten dikarin bibin wehşî.”
‘Li gel me nepeyîvîna serdozger cihê şaşwaziyêye’
Bavê H. T Bahatîn Turan jî destnîşan kir ku li ser daxwaza bijîşkan ji bo ku keçawan hinek hewa bigire xwestine derbêxin ji derve û wiha domand: “Me keça xwe derxist berderî, ji bo hinek hewa bigire. Lê piştî demekê me nêrî ku qîzik ne li wêye. Em çun şaredariyê û me anoskir ku keça me wendaye. Piştî 5 rojan eminiyet l ime geriya û diyar kirin ku keça me dîtine. Dema ku em çon keça xwe bigirin, em hîn bûn ku keça me rastî tecawîzê hatiye. Keça me berastenge û nizane xwe biparêze. Li gel vê jî serdozger ji malbatê qet fikir negirt. Keça min zaroke û di heman demê de berastenge. Li gel vê jî bi mere nepeyîvîna serdozger mijara şaşwazbûnêye.”
‘Zarokek berasteng çawa dikare bi heskirina xwe tevbigere’
Bavê H. T Bahatîn wiha axivî: “Li cihê keça min min bibin, keça min dilê mine.” Bahatîn anî ziman ku bi navê girtina bin parastinê nahêlin li gel malbata xwe jî hevdîtin bike û wiha berdewam kir: “Li gel ku keça min berastenge jî di dadgihê de tecawîzciyan bi gotinên weke ‘ew bi xwe bi mere hetiye’ îfade dan. Zarokek berasteng bi xwe nikare biçe ji derve çawa li gorî xwesteka xwe hereket dike? Ez keça xwe sucdar nabînim. Tu gunehê wê nîne. Ji ber bi mehane min keça xwe nedîtiye hindirê min di şewite. Ji ber keça min hatiye tecawîzkirin ne ez û ne jî kes nikare wê gunehbar bike.” Bahatîn bilêv kir ku ji malbatên bersucan girêdayî mijarê tu daxuyanî nehat dayîn û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Malbatên kesên ku ev bûyera hovane û wehşiyetnak kirîn, weke ku tuştek nebûye jiyana xwe berdewam dikin. Weke ku pembû xistine guhê xwe bê bertek mane.”
‘Bila dadgiha gel bê vekirin’
Bahatîn got: “Heger dewlet her yek ji wan 30 sal ceza jî bide wan, ev nayê wê wateyê ku doza min qediyaye. Ji bo ku dadgiha gel bê vekirin û ev kesane ji aliyê dadgiha gel ve bên darezandin, çî ji destê min tê ezê bikim.” Bahatîn diyar kir ku piştî bûyerê ew bi malbatî di alin derunî de ketine û wiha got: “Bila tecawîzcî 100 car biçin dadgihê. Ev mijar despêkê pirsgirêka min û wanaye. Evane baweriya xwe bi hêza xwe ya madî û pereyên xwe tînin. Ew difikirin ku dê hemû bê ehlaqî û qirêjiyên xwe bi pereyên xwe veşêrin. Ez dixwazim keça xwe bibînim. Dilê min dişewite. Hevsera min ji qehran nexweş ketiye û ji qirika xwe emelyat bû. Em hemû ji qehr û derdan ji hal ketin.”
‘Ezê destur nedim kul i ser bûyerê bigirin’
Bahatîn ji bo bûyer derkeve holê û bê çareserkirin bang li malbatên wan kir û got: “Carê werin deriyê min vekin. Werin li gel min xwe efobikin. Heger tecawîzcî serbest berdin. Heger wan serbest berdin mad ê ser bûyerê jî bigirin? Mad ê her tişt cardin vegere weke berê? Di vê ev bûyera tecawîzê ji wijdanê gel bê pirsîn. Gelo dê wijdanê gel ji bo zaroka keç ya berasteng ku bi wehşiyeta 3 kesan re ru bir u mayînê bipejirînin? Ji ber vê jî wan avêtina qereqilê zêdetir tuştek heye? Xuda belaya xwe bide wan. Bila nebêjin mal û pereyê me hene. Yê min jî xudayê min heye. Ezê desturê nedim ser vê bûyerê bigirin.”
‘Dema ku ew hatin li vêderê dad cihê xwe nabîne’
Xwişka H. T Şerîfe Turan jî got: “Heger tuştek wiha bi serê min jî bê ezê xwe gelek xirab hîs bikim. Bavê min dixwaze ew bên li vêderê lêborîna xwe bixwazin, lê dema ku ew bê li vêderê dad cihê xwe nabîne. Şerîfe destnîşan kir ku bavê wê gazî kirine birine Cizîrê û li wê her tişt hîn bûye. Şerîfe anî ziman ku ev sê çar mehe malbata wan bi bûyerê ve perîşan bûne û hemû ji qehran ji hev ketine û wiha got: “Em dixwazin cardin xwişka min vegere li gel me. Heger qet jî nebe bila xwişka me nîşanî me bidin. Em bizanin rewşa wê çawaye. Ew çî dike, çî li xwe dike, çî dixwe vedixwe? Rewşa xwişka min gelek bavê min xemgîn dike. Me gelek bêriya wê kiriye, em dixwazin ew carekedinê vegere nava me.”
(zt)

