'Heger kurd bûyîn sucbe em jî sucdarin'
12:06
JINHA
LEFKOŞA – Nêzîkatiyên nijadperest yên li hemberî xwendekarên kurd ji aliyê însiyatîfa xwendekaran ve bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin. Li ser navê xwendekaran Endamê Însiyatîfa Xwendekarên YDU yê Mesud Dag ve hat xwendin. Mesud got: “Heger ji ber sedema kurdbûnê pêdivî bi cezakirinê tê dîtin. Heger hevalên me yên hema li nasnameya wan hatî nêrîn û hatîn girtin serbest neyên berdan. Dê hemû kurdên li vêderê dijîn nasnameyên xwe bigirin û biçin emniyetê giliyê xwe bikin. Dema me şer dikir em ne ditirsan, emê di aştiyê de jî netirsin.”
Li Lefkoşeya Kibresê di rojên dawiyê de li hemberî xwedekarên kul i Zanîngiha Rojhilata Nêz dixswînin rastî êrîşên nijadpersetî tên. Xwendikarên Zanîngiha Rojhilata Nêz (YDU) û Zanîngiha Rojhilatê Akdenizê (DAU) bi hev re li hemberî van êrîşan kombûn û bi armanca protestokirina êrîşan daxuyaniyek xwendin. Çalakiya xwendekaran ya kul i Lefkoşayê hat kirin hêjmarek zêde bi qasî 400 xwendekar tevlî bûn. Di çalakiyê de dem dem durişmên weke “Kibris ji bo faşîstan goristan”, “Li hemberî faşîzmê emê mil bidin hev” û “Xuda belaya xwe bide faşîzmê” hatin bilind kirin. Li ser navê xwendekaran Endamê Însiyatîfa Xwendekarên YDU yê Mesud Dag ve hat xwendin. Mesud diyar kir ku kêm jî be li Tirkiyê hewayek yê diyalogan û aştiyê heye. Mesud da zanîn ku yên ne alîgirê çareseriyê bi har awayî digerin ku pêvajoyê têk bibin.
‘Li hemberî êrîşên nijadperest polîs û zanîngeh çavên xwe digirin’
Mesud wiha balkişand li ser êrîşên li hember xwendekaran “Ev nêzî du mehane hinek komên bi alîkariya cemaetê di xwazin pêvajiyê xira bikin bi her awayî êrîşî li ser xwendekarên kurd dikin. Di van rojên dawî de êrîşên li ser xwendekarên kurd zêdebûne.” Mesud anî ziman ku berî niha sê rojan komek nijadperestên ji 100 kesî zêdetir pêkdihatin bi alîkariya cemaetê kar dikin û êrîşî xwendekarên kurd kirin û wiha domand: “Li hemberî vê êrîşa nijadperestane polîs û karmendên zanîngihê bêdeng û seyîrcî man.”
Di dawiya daxuyaniyê girse bi xwendina sîroda “Îro Çerxa Şoreşê” çalakiya xwe bi dawî kirin.
(zt)

