Xelatên pêşbaziya Metin Goktepe gihiştin xwediyê xwe

13:14

JINHA


STENBOL- 17’emîn Xelata Rojnamegeiyê ya Metîn Goktepe şevêdin bi merasîmekê gihişt xediyê xwe. Gelek rojnameger tevlî merasîmê bûn. Wêneyê bi navê “Jina Sor” ya xwediyê Reuters foto yê nûçegihan Osman Orsala ji aliyê juriya taybet ve hat dayîn.


Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê ku dama karê xwe dikir,  hat girtin û ji aliyê polîs ve bi îsencê jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Metîn 17’emîn Xelata Rojnamegeiyê ya Metîn Goktepe şevêdin bi merasîmekê gihişt xediyê xwe. Gelek rojnameger tevlî merasîmê bûn. Bîranîn li Salona Konferansê ya Burhan Felek ya Cemiyeta Rojnamegerên Tiriyê hat li Cagalolyê hat li darxistin. Beriya merasîma xelatdayînê Esra Arsan, Deniz Zeyrek û Ragip Duran axivîn.


Di merasîmê de gelek rojnameger amadebûn


Di merasîmê de Ahu Ozyurt, Belma Akçura, Celal Başlangiç, Elîf Ilgaz, Elîf Yilmaz, Fikret Îlkiz, Goksel Goksu, Huseyîn Aykol, Kanat Atkaya, Mehmed Guç, Mete Çubukçu, Murad Înceoglu, Muzafer Ozkurt, Nazim alpman û Neşe Duzel amadebûn. Di beşa “nivîskiya nûçeyan” de nûçeya Îdris Egemen ya bi sernava “Zarokên me qurter bikin – Êdî gelek derenge nikarim vegerim” ya k udi 29 û 30’ê Îlona 2013’an di rojnameya Radîkalê de derketibû derec girt.


Xelata nûçeya bi dîmen jî  dan nûçeya bi navê “Dîlan Alp ne marjînale” ya Ezgî Cankyrtaran ya ku di 28’ê Sibata 2014’an de di CNN Turkê de hat weşandin. Xelata wênayen jî dan wêneyê bi navê ‘Ez ji weme amirê min’ yê Serkan Ocak yê ku di 10’ê tîrmeha 2013’an de di Rojnameya Radîkalê de derketî.


Xelata juri ya taybet


Îsal xelata juri ya taybet dan du kesan. Xelata juri ya taybet dan Melda Ocur û Osman Orsal. Îsal “Xelata Rojnamegerên Herêmî” jî dan Vedat Gokçay. Di dawiya merasîmê de bi boneya rojabûna Metîn Goktepe dayîka Metîn Fadîme Goktepe û hevalên wi yên rojnameger pasta birîn.


 (zt)