Ji bo xwendekara kurd Şeyda xwepêşandan
14:14
JINHA
AMED - Li hemberî qetilkirina xwendekara kurd Şeyda Hatemî di 16’ê nîsanê de li Zanîngiha Nazlu ya Urumiyê xwepêşandanek bê li darxistin.
Şeyda Hatimî di temenê 24 salî debû. Şeyda bi xwe ji gundê Nrwi ya herêma Mîrgevera Urmiyê ye. Şeyda xwendekara zanîngihêbû û li Urmiyê dixwend. Di 1’ê Adara 2014’an de Xwendekara kurd Şeyda Hatemi li beşa navxweyi ya keçan ya Bêntul ya beşa Kiştukaliyê ya Zanîngiha Nazlu ya bajarê Urmiyê hatibû qetilkirin. Şeyda bi awayek hovane hatibû qetilkirin. Cenazeyê Şeyda li gundê wê hat veşartin.
Bi hovane qetilkirina keça kurd Şeyda
Li gorî agahiyan tiliyên destê Şeyda û sitiwê wê şikandibûn. Li gel vê jî berpirsê bajarê Urmiyê Dr Fetahî di Parlementoya Îranê de girêdayî qitilkirina Şeyda gotbû: “Mi bi xwe jî cenazeyê Şeyda dît û tu nîşanên kuştinê li ser wê nedihatin dîtin.” Li ser van gotinan polîsên Îranê jî ragihandin ku Şeyda bi xwe xwe kuştiye. Malbata Şeyda li ser van gotinan nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku keça wan bi xwe xwe ni kuştiye, ji bo ku kujeran veşêrin van gotinan dibêjin.
Ji bo kujerên Şeyda bên dîtin û darezandin dê roja çarşemê ango 16’ê nîsanê li Zanîngiha Nazlu ya Urmiyê xwepêşandanek bê lidarxistin.
(zt)

