Dê li Amedê Sempozyuma zimanê dayîkê bê li darxistin
16:23
JINHA
AMED – Dê KURDÎ – DER bi alîkariya Yekîtiya Ewrupa û Navenda Lêkolîna Siyasî û Civaki ya Amedê (SAMER) ê sempozyuma Modela Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê bi Kêmukas û Îmkanan di 12 – 13’ê nîsanê de li Amedê li bixin.
Dê sempozyum li Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn bê li darxistin. Dê axaftina vekirinê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak, Serokê KURDÎ-DER’ê Mustafa Karaman û Prof. Dr Mesut Yegen ve bê kirin. Dê ji Îran, Surye û Êraqê beşdarvan tevlî sempozyumê bibin. Di sempozyumê de tecrubeyên zimanê dayîkê yên li ser erdnîgariya kurdan bên vegotin. Dê sempozyum bi modela perwerde ya zimanê dayîkê ya Bask û Katalan bê nirxandin. Dê ji dema Osmaniyan heta roja me pergala perwerdeya bi zimanê dayîkê ya gelên qedîm yên mezopotamyayê bê nirxandin. Dê zimanê ku ji zimanê gelên Ermenî û Suryani yê di pêvajoya komarê de weke “macerasi” di hat nasîn bê nirxandin.
Dê ji Tiriyeyê gelek nivîskar, ronakbîr û akademisyen beşdarî sempozyumê bibin. Di roja despêkê de dê bi sernavên weke “Di aliyê têgihan de zimanê dayînê û perwerdeya bi zimanê dayîkê” û “Ji dema Osmaniyan heta niha pergala perwerdeyê” bê nirxandin. Di roja duyem de “Tecrubeyên zimanê dayîkê yên li ser erdenîgariya kurdan” û “Di welatên cuda de perwerdeya bi zimanê dayîkê, peratîk – pêşiniyar” bên nirxandin û şîrovekirin.
(zt)

