Konferansa Mamostayên jin li kantona Cizîrê
17:15
JINHA
QAMIŞLO – Mamosteyên jin ên girêdayî Saziya Zimanê Kurdi yên li Kantona Cizîrê, konferansa xwe ya yekemîn li dar xistin. Di konferansê de axaftina vekirinê ji aliyê Îlham Ehmed ve hat kirin. Îlham diyar kir ku pêwîste mamosteyên jin, ji bo perwedeya xwendekaran, li şûna metoda kevin a bi zîhniyeta Baas hatiye çêkirin, alternatîfekê derxînin holê.
Konferans li akademiya Ziman, Dîrok û Wêjeya Kurdi ya Celadet Bedîrxan, bi dirûşmeya “Zimanê dayîkê bi perwerdekirina azad mîsogeriya netewa demokratîk e” hate lidarxistin. Di konferansê de ji bajarên Serêkaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik û Hesekê nêzî 300 mamosteyên ku cil û bergên kurdî lixwe kiribûn, amade bûn. Her wiha endamên Kordînasyona Yekîtiya Star Îlham Ehmed û Zelal Ceger, Cîgira Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê Semîra Hecî Elî, nûnerên sazî û rêxistinên jinan jî wekî mêvan, tevlî konferansê bûn.
Li salona konferansê wêneyên şervanên YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dane û pankartên “Bi jina azad re ber bi netewa demokratîk ve” û “Asta pêşxistina ziman, asta pêşxistina jinan e” hatibûn daliqandin.
Di konferansa ku bi rêzgirtinê destpê kir de Îlham Ehmed axaftina destpêkê kir û li ser rola jinan a di şoreşa ziman de axivî. Îlham Ehmed anî ziman ku pêwîste mamosteyên jin di warê wêje, dîrok û zimanê kurdî bigihîjin asta herî jor. Îlham Ehmed, destnîşan kir ku pêwîste mamosteyên jin, ji bo perwedeya xwendekaran, li şûna metoda kevin a bi zîhniyeta Baas hatiye çêkirin, alternatîfekê derxînin holê. Îlham Ehmed anî ziman ku di vê mijarê de rola jinan, qasî şerê rizgarkirina civakê ya ji zîhniyat rejîmê girîng e.
Piştre endama Kordînasyona Saziya Zimanê Kurdî Nesrîn Doko axivî, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê jinan de ku di demên cuda hatine kirin, xwendin. Piştre peyama Komîteya Perwerde û Ziman hate xwendin.
Di konferansê de Cîgira Serokê Desteya Perwede û Hînkirinê Semîra Hecî Elî jî axivî û got ku jinan di nava SZK’ê de gelek xebatên girîng meşandine. Semîra Hecî Elî ji bo avakirina bingeha perwerdeyek baş û avakirina civakek azad, jinan xebat baş meşandiye.
Piştre rapora xebatê ya 2 salan hate xwendin. Di raporê de hate gotin ku di nava vê demê de 170 mamoste tevlî perwerdeyên Akademiya Star û Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî bûne, 53 jî tevlî Akademiya Celadet Bedirxan bûne.
Piştî raporê mamosteyan mafê axaftinê girtin û li ser girîngiya xweperwerdekirinê rawestiyan û gotin divê mamoste ji bo pêşxistina rêziman, dîrok û wêjeyê kar bikin. Her wiha rewşa rêxistinî ya saziyê û bajaran hate nirxandin û rexne û pêşniyar hatin kirin.
Di konferansê de endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ceger jî axivî û bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li ser Herêma Kobanê û kolandina xendekên li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê têne çêkirin.
Konferans bi axaftinan didome.
(zt)

