Di sala 2012'an de jin...

09:38

Leyla AYAZ - JINHA 


AMED –  Ji bo jinên kurd, laz, çerkez, ermen, tirk, ecem, êzdî sala 2012'an saleke têr û tijî  bû. Li gel zîhniyeta serdest li hemû qadên jiyanê jin di nava hewldanan de bû. Di sala 2012'an de ji bo jinan mijarên derketin pêş, tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan,  komkujiya Roboskê, grevên birçibûnê, êrîşên siyasî û fîzîkî ya li hemberî jinên muxalîf, daxwaza mafê zimanê dayikê, civina Jinan a Enternasyonala Sosyalîst, kurtaj û îhlalkirina mafê jinê  bû. 


Sala 2012’an ji bo jinê saleke têr û tijî derbas bû. Ligel binpêkirin û îhlalkirina mafê jinê têkoşîna jinan a ji bo azadiyê jî girîng bû.  Jin di qada siyasî, civakî, tenduristî, aborî, ekolojî, çand û hunerê de bi çalak bûn. Jin wekî salên borî îsal jî herî zêde li ser mijarên wekî makeqanûna nû, mafê parastina bi zimanê dayikê, pêkutiyên li hemberî girtiyên jin, grevên birçibûnê, îhlalkirina mafê jinan rawestiyan. Herî zêde di sala 2012'an de li hemberî jinên muxalîf êrîşên siyasî û fîzîkî pêk hat. Bi polîtîkayên hikûmeta AKP'ê êrîş, zext û îhlalkirina mafê jinê derket asta herî bi jor.  Çalakî, bername, konferans, panel, kampanyayên ku mohra xwe sala 2012'an xistî em carek din bi bîrtinin. 


- Li gorî daneyên Bianetê ya 11 mehên dawiyê ya sala 2012'an 137 jin hatin qetilkirin, 106 rastî tecawizê hatin, 195 jin bi şîdetê re rû bi rû ma û 117 jin jî rastî tacîzê hat. Di meha cotmehê 10 jin, îlonê 13, tebaxê 16, tîrmehê 20, hezîranê 7, gulanê 15, nîsanê 9, adarê 12, sibatê 24 û meha çilê de jî 12 jin hatin qetilkirin.


- Li gundê Roboskê di 28'ê kanûna 2011'an de di encama bombebaran balefirên şer yên  Artêşa Tirk de 34 kurd jiyana xwe ji dest dabûn. Bi hemû hewldanan, rayedarên dewletê û hikÛmetê tirk bûyerê zelal nekirin û ev buyer di sala 2012'an de wekî birîneke vekirî ma.


- Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji qirkirina siyasî re na" kampanya dan destpêkirin. 


- Platforma Jinan a Makeqanûnê dosya ku ji daxazên wan a "Jin makeqanûnek çawa dixwaze" pêşkêşî meclisê kirin. 


- 17 namzetên ajokariyê yên Amedê derketin trafîkê.


- Li Stenbolê dê di nava 9 û 19'ê adarê de, 10'emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor ên Gerok a Stenbolê hat lidarxistin. 


- Yekîneya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşbirka çîrokan a li ser mijara jinê lidarxist. 


- Platforma Kurtaj Nayê Qedexekirin, 900 rêxistinên jinan ên neteweyî û navneteweyî 55 hezar îmza komkirin û ji Serokomar, Serokwezîr, Wezîrê Tendurîstiyê û Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî re şandin. 


- Civina Jinan a Enternasyonala Sosyalîst a Herêma Stenbolê ku bi pêşengiya Meclisa Jinan a BDP'ê hat lidarxistin. 


- 2 Jinên derketin avahiya AKP'ê ya Edeneyê pankarta li ser; "Kurtaj mafek e em nadin nîqaşkirin" û "AKP destên xwe ji bedena me bikişîne" vekirin. 


- Di pêşengiya Koordînasyona Jinan a Platforma Yekîtiya Hêza Sendîkayî de jinên endamê EMEP, TKP, Sosyalist, Gokkuşagi, ODP, CHP, piştgirî dan xebatkarên jin ên THY'ê ye. 


- Meclisa Jinan a BDP'ê kongreya xwe ya giştî pêk anîn.


 - 2’yemîn Konferansa Çand û Huner a Jinê li Amedê bi beşdariya hunermendên jin ên kurd yên ji Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê hatibûn, pêk hat.


- Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ên di serî de Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan, Êlih û yên li gelek bajarên Tirkiyeyê li dijî operasyonên dersînor berê xwe dan Şemzînanê. 


- Çalakiya ku di salvegera darbeya 12'ê Îlonê de dest pê kir, di demeke kurt de bi dehan girtîgehan belav bû. Bi demê re 10 hezar girtiyên siyasî biryara ketina grevê girtin. Girtiyên ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, ji derve û hundur jî piştgiriyek zêde wergirtin. Li derve, li gelek bajarên li herêmê û Tirkiyeyê her roj çalakî û daxûyaniyên çapemeniyê hatin dayin. Li girtîgehan jî, bi hezaran girtî dernaketin hevdîtinan û bi vî awayî piştgiriya xwe nîşan dan.


- Şaredariya Baglara Amedê dest bi çêkirina projeya bazara semt a jina kir. 


- Nûnerên saziyên jinan û saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ên jin, bi boneya piştgiriyê bidin parlementerên BDP'ê yên jin û destnedayina wan neyê rakirin ketin nav hewladanan.


- Lêgerîna dayikên ku zarokên xwe winda kirine di sala 2012'an de bênavber lêgerina xwe ya ku kujerên zarokên wan bê ditîn dom kir. 


- Li navçeya Ozdere ya Îzmîrê 15'mîn Komcivîna Navendên Piştgirî, Şêwirmendî û Stargehên Jinê, pêk hat.


- Konferansa Jinolojî ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê ve hatî sazkirin, li Hewlêrê pêk hat.


- Koma Tenduristiyê û Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya KCD'ê, komxebata "Jin û Tenduristî" pêk anî. 


- Pirtûkxaneya Ekîn Cerenê îsal bi sedan pirtûkan xwe gihand jinan.


- Di 8'ê adarê bi milyonan jin ji bo mafên xwe daketin qadan. 


- Yekem ajansa nûçeyan a jinan JINHA li Amedê vebû.


- Şaredariya Wanê di nava salê de 10 zabitayên jin girtin û ji wan 3 jin bi karên trafîkê û 7 jin jî li midûriyeta zabitayan hatin peywirdarkirin. 


- Li Colemêrgê xebatê yekemîn parka jinan dest pê kir.


- Koordînasyona Platforma Yekîtiya Hêza Sendîkal a Jinan, DOKH, Rêxistinên Serbixe ên jinan di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîdeta Jinê dê bi slogana "Li hemberî şîdetê em di îsyanê de ne" derketin qadan. 


- Jinên ku li Nisêbînê dixebitin "Platforma Ji Tundiya li Ser Jinan re Na" ava kirin. 


- Bi sedan jinen niseybîne li gel astengiya polîsan heta sînorê Rojava meşiyan û slogana "Gelê rojava ne bi tenê ye" berz kirin.


- Jinên kurd ên li atoleyeyên tekstîlê yên metropalan dixebitin îsal di hedefa komên nijadperest de man. 


- 3 xwendekarên jin ên ciwan dema vedigeriyan yurdê rastî destdirêjiyê hatin, bi sedan xwendekarên di Yurda Xwendekaran a Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê de dimînin, ber bi zanîngehê ve meşiyan. 


- Konferansa Netewî ya Jinên Kurd a 2’yemîn, li bajarê Hewlêrê bi tevlibûna gelek jinan pêk hat. 


- 8’emîn Mîhrîcana Jinan a Navnetewî ya Zîlan ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jin a Kurd a Cenî ve tê organîzekirin, li Almanyayê hat lidarxistin. 


- Zanîngeha Koç, Zanîngeha Enqerê û Zanîngeha Dogu Akdenîzê bi hev re 4’mîn Konferansa Xebatê Jînan li Qibrîsê pêk anî. 


-  Starta 2’yemîn bernameya ‘Her Jinekê Çîrokek Xwe Heye’ ya Navenda Hevdîtina Jinan Utamara ku li Almanyayê xebatên jinan birêve pêk anî. 


- Şaredariya Baglarê ji bo jinan projeya sînemayê ya ‘Ji sînemayê re destlêdanekî mor; Çîrokên Veşartî’ li dar xist. 


- Konferansa DOKH'ê ya bi mijara 'Polîtîkayên civakî ya der barê jinê de" li Amedê pek hat.


*Uçan Supurge xebatên xwe yê ‘Bûkên Zarok' domand bal kişand ser tabloya Tirkiyeyê. 


- Dayika xwendekarê zanîngehê Ozgur Attîlla ji ber ku dema avahî kire kiriye baldar nebûye û bûye sedema mirina 7 xwenderakan 2 sal û 6 meh ceza hat xwestin û lê xwediyê malê û fîrmaya gaza xwezayî jî serbet hatin berdan. 


- Jinên endamên DÎSK' û KESK’ê piştgirî dan kampanyaya Konfederasyona Sendîkaya Newneteyeyî (ITUC) a ya ku ji bo kedkarên jin ên li malê hatî destpêkirin.


- Axaftinên Bulent Arınç a der barê parlamentera CHP’ê ya Enqerê Aylîn Naliakayê bû sedema nîqaşan û jinan destnîşan kir ku bi devkî êrîşa li hemberî jinê îsal bêtir zêdebûye.


- Li dijî tacîza zayendî zanîngeh ketin nav hewladan. 


- Wezareta Tenduristiyê, Edaletê û Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî destnîşan kirin ku jinên ku bi zanetî zarok berçûbê dê bên cezakirin û 2 sal cezayê girtînê bê dayîn. 


- Endamên KESK'ê Guler Elveren, Bedriye Yorgun û Guldane Erdogan bi navê operasyona ‘KCK’ hatibin girtin hatin tehliyekirin. 


- Li gorî rapora RSF’ê li cîhanê îsal 88 rojnameger hatin kuştin, 879 rojnameger hatin binçavkirin û 38 rojnameger hatin revandin.


- Li Delhiya Nû ya Hindîstanê jinek bi tecawiza 6 kesan re rû bi rû ma, welatî bertek nîşanda û daketin qadan û xwestin tecawizkar bên darvekirin. 


- Li Îranê 4 jin hat recmkirin. 


(la)