Clara Santin: Pergala hevserokatiyê biryarek nûwazeye
09:07
Sarya Gozuoglu - Mizgin Tabu/ JINHA
AMED – Clara Santin ya ku li Îtalyan dijî dema hatî Amedê hem reşwşa jinên Îtalya û hem jî tekoşîna jinên li herêmê dijîn wiha nirxand: “Di Kurdistanê de pergala havserokatiyê û li her navendê hebûna jinekê biryarek gelek girînge. Li Îtalya em nikarin kotayek ji sedî 30 ya jinan çêkin, li vêderê ji sedî 50 hatiye avakirin. Li her cihên ku jin têde bicîh bûye xebat baştir û birêkupêktir birêve diçe.”
Clara Santin li herêma Quintino ya Îtalya jiyandike. Clara hem di dawireyek ya di parlementoya Frensa de a ku bi têkirliyên gel re mijul dibe û hem jî bi pirsgirêkên koçberan ve mijul dibe. Di hefteyên derbaşbûyî de şandeya Îtalya ya ku hetî Amedê din av de Clara jî habû. Cilara diyar kir ku ew bi pirsgirêkên koçberên li Îtaliya dijîn re mijul dibe. Piştî hevîdîtinên xwe yên bi saziyan re qedandin. Clara hem reşwşa jinên Îtalya û hem jî tekoşîna jiyên li herêmê dijîn şîrovekir. Clara da zanîn ku di ban salên dawiyê de rewşa jinên Îtalî paşde dimîne û got: “Li Îtalya gelek jinên karker hene. Newekheviya berê li ser jinan heyî hîna berdewam dike. Dibe ku jin û mêr bi hev re heman karî bikin, li newekhevi ya zayendî heye.” Clara destnîşan kir ku sedemê herî sereke yê paşde mayîna jinan jî ji ber jin di rêveberiyan de û cihên bilind yên biryar dayînê de cih nagirin û wiha got: “Di cihê piratîkî de jin hene. Lê di cihê biryardayînê û ciyên kilîdê de nîne. Din ava tevahiya jiyanê û jiyana kar de hişmendiya mêran serdetse, bi bandor û şidetkare. Ji ber van sedeman jin pir nikarin xwe bînin ziman û bi hêzkirina fikra jin dayîna pêş çênabe.”
‘Li gelek deverên cîhanê jin dibin mexdurê şidetê’
Clara derbirî ku weke lig elek deverên cîhanê şideta li ser jinan heyî bê goman li Îtalyan jî ev şidet berdewame û gelek mînakên wê hene. Clara anî ziman ku jinên rastî şidetê tên carekedinê ji aliyê zagonan ve jî rastî şidet û bê mafiyan tên. Clara bilêv kir kul i Îtalya jin bi karê xwe yê derve û nava malê re mijul dibin û wiha domand: “Ji ber van sedeman jin dixwazin ji hevalên xwe yên mêr û hevserê xwe cuda bibin. Lê mêr tehemûla vê yekê nakin. Li ser vê jî şidetê li jinan dikin.”
‘Di nava saziya xwe de bi tayîbetî bi jinên koçber re mijul dibim’
Clara diyar kir kul i Îtalya ji bo parastina jinan ji şidetê nû nû sazî, komele û malên sitargihan tên vekirin û wiha berdewam kir: “Ji vana jî yek saziya me weke ‘Mêvanxaneya mexdurên şidetê’ vekiriye. Dema ku jin tên vê saziyê hema dixwazin rihabilîte bibin. Jin niha tên li saziyê lê ji bo derdê xwe bêjin xwe paşde didin. Ji ber jinên ku ji destê bav, dayîk, zarok, hevser, xwişk û birayê xwe şidetê dibînin ji bo vê dayîna ji derve di tirsin.” Clara da zanîn k udi nava saziyê de ew bi tayîbetî jî bi jinên koçber re mijul dibe. Clara destnîşan kir ku heger jinên Îtalî rastî şidetê tên, jinên koçber hêj zêdetir rastî şidetê tên. Clara derbirî ku ji ber şideta li ser jinên koçber zêdeye ji ber wê jî wan di mêhvanxaneya xwe de beşek tayîbet ji bo jinan veqetandîne û got: “Ji bo derbaskirina şidetê çî ji destê met ê em dikin.”
‘Di parlementoya Îtalya de ji sedî 30 kota ji bo jinan nehat pejirandin’
Clara diyar kir kul i Îtalya di nava xebatan de newekehviya zayendî dinavbera jin û mêran de heye. Clara da zanîn ku jin û mêrên heman karî dikin lê muçeyên wan ji hev cudaye. Clara balkişand li ser nepejirandina perlemana Îtalya ya ji sedî 30 koteya jinan û wiha berdewamî da axaftinan xwe: “Parlementoya Îtalya piranî mêrin. Ew difikirin ku heger ji sedî 30 koteya jinan diyar bikin dê hijmara wan kêm bibin. Ji ber van sedeman jî bireyara ji bo koteya jinan ya ji sedî 30 ne pejirandin. Mirov dikare vê weke derbasbûnek ya çanda demborî jî bi nirxîne. Ji berk u di hemû xalên kilîdê û cihên bilind yên biryardariyê de mêr cîh digirin, ji ber wê jî ji ber vê jî di aliyê çareseriyê de gav nayên avêtin.” Clara destnîşan kir kul i cihên jin lê bi cîh dibin di aliyê çandî, civakî û siyasî de giringiya jinê ya din ava civakê de dide diyar kirin.
‘Bi pergala hevserokatiyê li her derê duzen û rêxistinbûn tê parastin’
Clara anî ziman ku pergala hevserokatiyê ya ku j idi hilbijartinên herêmî de ji aliyê BDP’ê ve xwe da nîşandan ji bo jinan şoreşekek û wiha axivî: “Di Kurdistanê de pergala havserokatiyê û li her derê hebûna jinekê biryarek gelek girînge. Li Îtalya em nikarin kotayek ji sedî 30 ya jinan çêkin, li vêderê ji sedî 50 hatiye avakirin. Li her cihên ku jin têde bicîh bûye xebat baştir û birêkupêktir birêve diçe.” Clara bilêv kir ku di herêmê de şideta li ser jinan lig ora Îtalya hîna kême jî û wiha domand: “Li Îtalyan hinekî dinê pêdivî pê heye k udi aliyê jinan de hinek lêhurbûn û hinek jî tekoşîna jinan bê pêşxistin.”
(zt)

