Lîstoka ‘8 jinan’ carayekê dê li Amedê derkeve dikê

09:28

Sarya GOZUOGLU - Bêrîtan ELYAKUT / JINHA


AMED – Şanoya bi navê “8 jin” ya ayîdê Nivîskarê Fransiz Robert Thomes e û darhinêriya wê jî Helim Kaplan kiriye dê carayekê ji aliyê xwendekarên Lîseya Pişeyiya Teknîk ya keçan ya Muazez Sumerê ve li ser dikê bê pêşkêşkirin. Girêdayî mijarê Helim axivî û diyar kir kul i gel 8 lîstokvanên amator bi dîtina 3 meh perwerde şanoya wan tê amadekirin û ji derketina ser dikê re amade dibe. Helim  hemû şanohes vexwend temaşekirina şanoya wan.


Lîstika şanoyê ya Nivîskarê Fransiz Robert Thomas ya bi navê “8 jin” ya ku bi darhenriya Halim Kaplan dê carayekê li Amedê derkeve dikê. Lîstoka ku bi awayê polîsye hatiyî amadekirin ya “8 jin” di sala 1950 yan de li bajarokek yê girêdayî Fransa ji bo xwe bigihînin cihek girtî hatiye jiyan kirin. Ev lîstok dê carayekê ji aliyê xwendekarên jinên ciwan yên Liseya Pişeyi ya Teknîkê a Keçan a Muazez Sumer ê ve bi perwerdeyek 3 mehan derkeve dikê. Lîstok ji aliyê fêrmanda şanoyê û lîstokvanan şanoyê Helim Kaplan ve hatiye amadekirin û bi rêvebirin. Dê di 15’ê nîsanê saet 19.00’an de li Salona şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê bê temaşekirin. Derhinêr Helim Kaplan di derbarê lîstokê û derketina wê ya li ser dikê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Di lîstokê de 8 jinên ku bi hev re jiyan dikirin û paşê jî û paşê jî sirên xwe ji hev veşartine û di dawiyê de ew sir derketine holê. Di dawiyê de ji nava wî karî derneketine. Di dawiyê de ne gihiştine encamekê çîrokek wiha vedibêje.”


Bi jinan re dê dest bi projeyek nû bike


Helime da zanîn ku lîstika kul i ser 8 jinan hatî amadekirin di demê berê de li Fransa hatiye jiyankirin. Ji ber çîrokek girêdayî jinane û lîstokvan hemû jinin ji ber wê me bi tayîbetî ev lîstok helbijart. Helim bal kişand li ser amatoriya lîstikvanan û wiha domand: “Me ev lîstoka giran bi qasî asta lîstokvanên lîsê daxist. Di encama perwerdeya 3 mehan de lîstok hat amadekirin. Lîstok ji du dehneyan pêktê. Ye yekem xwendekaran vedibêje. Ya duyem jî welî û betmaşevanan vedibêje. Em hêvîdarin ku her kes temaşe bikin.” Helime destnîşan kir ku dê di demê pêş de girêdayî çandê hêj zêdetir bixebitin û zêdetir lîstokan derxin dikê û wiha berdewam kir: “Jiyana ku devjê nayê berdan bi jinan re şanoya xwe berdewam bikin.” Helim anî ziman ku lîstokvan xwendekarên lîsêne temenê wan navbera 15-18 saliyê denin û malbatên wan jî pêre dibin alîkar û wiha axivî: “Malbatên jinên ciwan yên lîstokvan bertekên erênî nîşan didin. Zarokên wan li gel xwendina xwe bi hunerê re mijuldibin û lîstokvaniyê dikin, ev rewş wan şanaz dike.


Ji “8 jinan”…


Qatîl kiye?


“Qatîl mêrê kul i mal de hat dîtin û qetilkirin di jiyana wî de ji 8 jinan zêdetir kes nîne. Gelo qatîl hevsera wi yê bi hêze? Yan jî yên nayê zanînin? Yan jî xesiya wi ya timaye? Gelo dibe ku xizmetciyê bêrêz yan jî cîgirê wi yê dilpak be? Yan jî dibe ku yek ji herdu keçên ciwan be? 8 jin. Hemu bi gumanin. Hemu jî sedemek wan heye. Sirên hemûyan hene. 8 jin. Wehşiyên ciwan, bi maf, hesas û tehlîkelî… Din ava wan de yek sucdare. Gelo kîjane?”


Lîstoka ku ji aliyê lîstokvan û şanoger Helim ve hatî amdekirin. Dê di 15’ê nîsanê saet 19.00’an de li Salona şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê bê temaşekirin.


(zt)