‘Min herî zêde ji kenê tek eskir zarok...'

12:10

Mizgin Tabu-Derya Ceylan / JINHA


ÊLİH – Bavek heskirina û bêrîkirinên xwe yên ji bo bedewiya lawê xwe bi helbestan wiha aniye ziman.“Ez ji vî zarokî dihesidim. Heskirina gel li hemberî wî, sekna wî, cesareta wî, heta dema çavê xwe li jiyanê digiri jî dikene, ez di hesidim ji vî zarokî. Xuda şahidê wî dilê weke çiyan, ew eşqa azadiyê ya mezin. Ji wê guherîna te ya berxwedan jiyane di hesidim…” Kurê Selîm Toprak Ozan Toprak di sala 1999’an de tevlî nava refên PKK’ê bûye û di 26’ê tîrmiha sala 2004’an de li çoltara çiyayên Çewlikê di encma şerekê de jiyana xwe ji dest daye. Bavê Ozan Selîm her sal di bîranîna kurdê xwe de helbestekê dinivîse û bi vî awayî kurdê xwe bi bîrtîne.


Di şerê 30 salan yê li herêmê berdewam diki de her dem rondikên çavên dayîkan herikîne û bavan jî hinekî dinê êş û xemgîniya xwe bi bêdengî û di hindirê xwe de jiyan kirine. Selîm Toprak ji yek ji wan bavên ku bi êş û şewata wendakirina zarokê xwe bûye helbestvan û di her salvegera wendakirina lawê xwe de helbestekê di nivîse û wiha kurê xwe bi bîrtîne. Selîm diçe li ser goristana bêkesan ya ayîdê PKK yiyane û li ser kêlên bê nav û nîşan yên di goristana bêkesan de helbestan dixwîne û di ber xwendina helbestan de rondikan dibarîne. Selîm piştî kurdê xwe Ozan tekoşîna kurdê xwe bi xêzkirina wêne û nivîsîna helbestan berdewan dike. Kurê Selîm Toprak Ozan Toprak di sala 1999’an de tevlî nava refên PKK’ê bûye û di 26’ê tîrmiha sala 2004’an de li çoltara çiyayên naverea Lîce û Çewlikê di encma şerekê de jiyana xwe ji dest daye. Bavê Ozan Selîm her sal di bîranîna kurdê xwe de helbestekê dinivîse û bi vî awayî kurdê xwe bi bîrtîne. Selîm piştî kurê wî guherîna jiyana wî bi gotinên weke “Hem jî li dilê bavan guhdarî bikin” ji JINHA yê re nêrînên xwe wiha anî ziman: “Mezarek yê Ozanê min jî nîne. Di hindirê min de êş bûne demel. Ew kenê Ozan yê kum in pir jê heskirî, ez piştî wî êdî helbestan dinivîsînim. Dema ku min wêneyê aşitiyê yê vî welatî kişand wê demê ezê bigihim her tiştî.”


‘Erê lawek yê minê wiha hebû…’


Selîm got: “Heta niha herdem li dilê dayîkan hatiye guhdarî kirin. Werin carekê li dilê bavan binêrin û guhdarî bikin.” Selîm diyar kir ku dima ku lawê wî tevlî nava refên PKK’ê bûye, êdî wî wênekêş girtiye destê xwe li herêmê wêneyan dikişîne û bi vê hestên xwe tîne ziman. Selîm da zanîn ku ew weke bavek her şemî din ava dayîkên şemiyê de wêneyê lawê xwe yê ku mezarek yê wî jî neyî digire destê xwe û li meyedanan di çalakiyan dene. Selîm anî ziman ku di her salvegera windakirina kurê xwe de ew helbestekê dinivîse û bi vî awayî kurê xwe bi bîr tîne û wiha got: “Lawê min Ozan zarokek pir cudabû. Di jiyana xwe ya dibistanê de gelek serkeftîbû. Li gel jîrbûna xwe jî di heman demê de xwediyê kesayetek himanîstbû. Di 16 saliya xwe de 4 ziman dizanî. Lawê min ji xwe bawer û xwediyê kesayetek bi cesaretbû. Ozan digot ‘Heger ez fakulteya hiquqê qazanc bikim, ez ji hevalên xwe re parezeriyê bikim. Ez beşa Radyo televizyon bixwînim, ezê di roj TV de bixebitim. Heger beşa civaknasiyê bixwînim weke Îsmaîl Beşikçi ezê li ser beşa mirovahiyê lêhurbibim û lêkolîn bikim.’ Ji ber lawê min ji heskirina tekoşînê tejî bû. Erê lawek yê minê wiha habû.”


‘Bila êdî li vî welatî jiyana Ozanan bi dawî nebe’


Selîm destnîşan kir ku ji bo girtina cenazeyê kurê xwe di serî de ÎHD serî lig elek saziyên sivîl û civakî daye, lê heta niha negihiştiye cenazeyê kurê xwe. Selîm bilêv kir kul i ser şihadeta kurê wî re 10 sal derbasbû û wiha berdewam kir: “Ez hîna mezarê Ozan nizanim. Ew li ku hatiye veşartin jî nizanim. Tenê dizanim lawê min şehîd ketiye. Lê ez nagihim berek ji goristana lawê xwe. Ez û hevsera xwe em dem dem mezarên girilayan yên bê xwedî ziyaret dikîn. Dilê dayîk û bavan wan jî weke Ozan dibînin.”Selîm diyar kir ku her sal di dema salvegera şihadeta lawê xwe de ew helbestekê dinivîse û bi vî awayî lawê xwe bi bîrtîne. Selîm da zanîn ku êdî ew emînbûye ku lawê wî najî û êşa lawê wî di dilê wî de demel çêkiriye û wiha axivî: “Bila êdî di vî welatî de Ozan nemiron, zarok nemirin. Heger rojekê ez wêneyê vî welati yê aştiyê binivîsim. Wê rojê ezê bizanim ku ez gihame her tiştê.”


‘Min xebatên du filîmên belgeselê kir’  


Selîm destnîşan kir ku lawê wî gelek ji wênekêşanê hez dikir û wî piştî lawê xwe dest bi wênekêşanê kiriye û wiha got: “Karê ku lawê min dixwest bike, niha ez dikim. Heger lawê min niha jiyankiribana, dibe ku ez bi tuşteke dinê ve mijulbubama û min niha karekedinê dikir. Êdî karê ku lawê min hez dikir, wênekêşî ji bom in bûye karek jêneger.” Selîm derbirî k udu xebatên wi yên bi navê “Dayîkên Şemiyê” û “Şemiyek Wenda” bi awayê belgesel çêbûye. Selîm bilêv kir ku çar dayîk din ava belgeselên wî de cîh digirin.


‘Zarok di cîhanê de heyînên herî pak û paqijin’


Selîm ji derveyî karê wênevaniyê di Komeleya Mafê Mirovan MAZLUM-DER û Komeleya Rêxistina Af ya Navnetewi ya Parastina Jiyankirina Heskîf û Derdora Êlihê de jî cîh digire. Selîêm diyar kir ku ji sala 2006’an ve bi awayê profesyonel wênevaniyê dike. Selîm da zanîn kul i Êlihê bi gelek kesên wênevan re hetine bahev û Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê avakirine û wiha domand: “Ji bom in zarok di cîhanê de heyînên herî pak û paqijin. Ji ber vê di vekirina pêşangihan de di beşa protokolan de ez wêneyê zarokan bi cîh dikim. Cîgirê şaredarê Êlihê û mêvanên dinê li cihêndinê cîh girtin û pêşangihek gelek xweşik derket holê. Paşê jî hinek pêşangihên minê kesanî çêbûn. Bi awayê tez û têkilhev çend pêşangihên min çêbûn û wênekêşiya min berdewam dike.” Selîm anî ziman kul i ser daxwaza Şaredariya Celle ya li bajarê Hannover ya Elmayayê û Mala Êzidiyan di sala 2011’an de bi navê “Qêrîna Mezopotamya” pêşangihek ya wêneyan vekiriye û wiha berdewam kir: “Di heman demê de li bajarê Hannoverê  bûm mijara çapemeniyên herêmî. Bi awayê ‘Hunermendek kurd bi navê Qêrîna Mezopotamya pêşangiha wêneyan vekiriye’ nûçe derketin.”


‘Bila tu zarokên li vî welatî dijîn nemirin’


Selîm diyar kir ku wênevanî ji bo wî gelek giringe û wiha axivî: “Heger j imin bê pirsîn tu dixwazê çî bikê dê bersiva min: Ezê bêjim kengê min wêneyê aştiyê kişane, wê demê weke ku ez gihiştime her tiştî ezê xwe wiha hîsbikim.” Selîm anî ziman ku divê êdî li herêmê xebat bi kirin ji bo zarok nemirin û wiha domand: “Bila tu zarokên vî welatî nemirin. Ez weke aktîvîstê mafê mirovan dixwazim hemû şerên di cîhanê de heyî rawestin. Ez dixwazim di cîhanek bê çek û bê fabrîqeyên lîstokên zarokan yên weke çekan çedikin de bijîm. Di vê cîhaê de mirina zarokan û mirovên vê guneh berdewam dike.”


Helbestek ya ku Selîm Toprak ji bo lawê xwe dest dayî pênûsê û nivisiyî bi vî awayiye:


"Ez pir j ite hez dikim,


Min herî zêde ji kenê te heskir


Çiyayê mezin destê xwe dirêjî min ke


Ji girek ber bi girê dinê ve leylim yar


Di dilê te de gelek mezin


Tu di dilê gelekê deyî


Çokê xwe bitewîne xwe dirêjî axê bike


Da ku cîhana lal biz iman bibe


Bila bikene ruyê te


Dest li ser dil direcife


Zarok min herî zêde ji kenê te heskir


Û sond dixim belkî tenê bênamus nebînin xweşikbûna li ser ruyê  zarokeke...."


(zt)