Her Dengek Nefesek li Amedêye
12:50
JINHA
AMED – Pêşangiha wêneyan ya bi navê “Her Dengek Nefesek” ya ku bi duruşmên jinan nivisiyê û bi 55 wêneyên jinan di 10’ê nîsanê de li Navenda Kirîn û Firotinê ya Nînovayê bê pêşandan û heta 30’ê nîsanê vekirî bimîne.
Wêneyên 55 jinên navdar di vê salê de jî wêneyên jinên rastî şidetî tacîz, tecawîz û di temenê biçuk de hatîn zewicandin di şaremîn pêşangiha wênaeyan ya “Her Dengek Nefesek” decîh girtin. Pêşangih ji aliyê Wênevan Hakan Yuksel ve hat amadekirin. Di aliyê tercîhkirina projeyê û darhinêriya hunerî de jî Kenan Bahadir Dede berpirsyarî gir ser milê xwe. Pêşangeh ji 10’ê nîsanê heta 30’ê nîsanê de li Navenda Kirîn û Firotinê ya Nînovayê vekirî bimîne.
Gelek duruşmên weke“Pirsgirêk ya jin û mêrane”, “Şideta li hemberî jinan şideta li hembar xwedaperestiyêye”, “Ji bo nifşê nû baştir bên mezin kirin û gihandin, ji bo zêdetir ronakbiriyê zarokên keç bidin xwendin. Wan di tariyê de nehêlin”, “Bê deng nemînin û nebin hevkarê şidetê”, “Heger di qefesê de jî bim her dem hiş û aqilê min di firarêdenine û destê min ji devrene”, “Jinim di welidînim, hindirê min min nû dike. Hêza min bê dawiye”, “Tu bi qasî ku tirsa xwe bi şidetê bidê der acizê, Ez jî bi qasî kut e efo bikim bihêzim û xwediyê dilek firehim. Carekê raweste, carekê bifikire”, “Heger li cihekê jin neçarî bêdengiyêbûye, em dikarin bibin dengê wan û emê bibin jî”, “Li hemberî zewicandina zarokan bê deng nemînin. Bihêlin bila mehsum bimînin, bihêlin bila zarok bimînin”, “Li cihê haskiriyê wan lê dixin gul xelas nabin, hevalên minên jin kengê navê rêgezên we bûye bexçevan” hatine nivîsîn û bi pêşangihê ve hatine kirin. Li gel wan jî gelek wêneyên şideta li ser jinan didin nîşandan awayekyê cuda daye pêşangihê.
(zt)

