Ji ber desdirêjiya zayendî 9 zarok hatin girtin

13:12

JINHA


AMED – Li Bismilê ji 19 zarokên ku ji ber desdirêjiya zayendiya li hember B. V ya 14 salî hatîn binçav kirin 9 hatin girtin.


Li navçeya Bismîlê ya Amdê xwendekara dibistana seretayî B. V ya 14 salî ku ji baliyê komek zarokên di heman dibistanê de dixwendin ve rastî dezdirêjiya zayendî hatî, di dema tedawîkirina derunî de derket holê. Piştî hevdîtinên derunasan êdî lêpirsîna dozgeriyê despêkir. Di encama lêpirsînê de 19 zarok girtibûn bin çavan. Duh her 19 zarok Dadgiha Zarokan ya Ediliyeya Amedê derxistin pêşberî dozgeriyê û ji wan 9 zarok bi sedema “desdirêjiya zayendî” hatin girtin.


Serdozgerê Komarê yê Bîsmîlê di derbarê dozê de biryara veşartîbûnê da û B. V li gel dayîka wê girtin bin parastinê.


(zt)