‘Bila dosyeya Faîlên ne diyar ya hatî girtin ji nû ve bê vekirin’
14:43
JINHA
AMED – Her hefte bi durişma “Bila wenda bên dîtin û kujer bên darezandin” ÎHD û xizmên wendayan çalakiya runiştinê didin çêdikin. Îro jî di hefteya 270’êyan de çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de Sekreterê Şaxa ÎHD a Amedê Abdulselam Înceoren axivî û diyar kir kul i gorî dosyeya wendayan derketiye jî faîl nayên darezandin û bang li dozgeriyê kir ku ji nû de dosyeyan veke.
ÎHD û xizmên wendayan her hefte bi durişma “Bila wenda bên dîtin û kujer bên darezandin” wendayan çalakiya runiştinê didin çêdikin. Îro jî di hefteya 270’êyan de li ber Bîrdayiya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyoluya Amedê çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de Hevşaredarê Yenîşehîrê Ylku Baytaş, endam û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, Tum Bel – Sen û Hevşaredadra Surê Fatma Şik Barut jî din av de gelek xizmên wendayan amdebûn. Di çalakiyê de panqarta mezin ya bi sernivîsa “Ew di derngiya şevên bê dem de ji mal hatin girtin û carekedinê venegeriyan” li gel wêneyê wendayan têde cîh girtî hat vekirin. Di çalakiyê de despêkê Sekreterê Şaxa ÎHD a Amedê Abdulselam Înceoren axivî û wiha got: “Ev 270 hefteye em bi îsrar tekoşînê didin. Lê hîna cihê wendayan nehat dîtin. Emê her hefte jî bo wendayên me bên dîtin li vêderêbin.”
Di çalakiyê de çîroka Alî Munir yê k udi sala 1994’an de hatî wenda kirin hat vegotin. Piştî çîroka Alî ji bo hemû wendayan bi runiştina 5 deqeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.
(zt)

