Girtiyên PKK yî: Li hemberî kirinên dermirovane bê deng nemînin
16:43
JINHA
EDENE – Li Girtîgiha Tîpa F ya Girtîgiha Kurkçuyê dema ku girtiyê ji doza SDP’ê tê girtin derdete dadgihê ji aliyê gardiyanan ve hat derb kirin. Girtiyên PKK yî jî helwesta gardiyanan ya li hemberî girtiyan şermezar kirin û bi wê armancê peyamek wiha ji malbatên xwe re şandin “Em weke girtiyên PKK yî êrîşa gardiyanana ya li ser hevalê xwe yê şoreşger bi tundî şermezar dikîn. Em bi vê wesîleyê bang li hemû saziyên sivîl dikîn kul i hemberî vê îskenceya li girtigihan tên kirin bi hestiyarî nêzbibin.”
Di rojên derbasbûyî de li Girtîgiha Tîpa F ya Girtîgiha Kurkçuyê girtiyên bi navê Bedrettîn Akdenîz, Murad Akinci û Mehmud Yîgît yê 60 salî ku ji doza SDP û ESP’ê tên girtin dema ku derketin dadgihê ji aliyê gardiyanan ve hatin darbkirin. Piştî ku hevalên wan yên girti yên bloka C bi bûyerê hesane nerazîbûn nîşan dane. Li ser nerazîbûna wan hat zanîn ku hemû girtî ji ber nerazîbûna girtiyan ya li hemberî bûyerê hatine darb kirin. Ev bûyer bi serlêdana malbatên wan girtiyan ya ÎHD’ê re derket holê.
Girityên PKK yi yên li Girtîgiha Tîpa F ya Kurkçuyê dimînin jî bi riya malbatên xwe peyamek dan ji derve û bûyer bi rundî şermezar kirin. Girtiyan di peyaman xwe de banga hestiyariyê li hemû saziyên sivîl û parêzvanên mafê mirovan kirin kul i hemberî kirinên li girtîgihan bi hestiyarî tevbigerin.
Peyama ku girtiyan şandî bi vî awayiye:
“Em weke girtiyên PKK yî êrîşa gardiyanana ya li ser hevalê xwe yê şoreşger ên li bloka C dimînin bi tundî şermezar dikîn. Em bang li her kesê dikin li hemberî van kirinên ku vîna mirovan tune dihesibînin û yên weke van kul i girtigihan tên kirin bêdeng nemînin û bi hestiyarî gevbigerin. Bi armancê em bang li hemû saziyên sivîl û parêzvanên mafê mirovan, partiyên sivîl, kesayetên demokrat dikîn ku li hemberî van kirinên li girtîgihan tên kirin, yên weke tune hesibandina vîna mirovan û cureyên îskencê bê deng nemînin û bi hestiyarî tevbigerin.”
(zt)

