‘Dê di sala 2013’an de jî berxwedan bidome’

15:58

JINHA


AMED –  Medîz, Toplumsal Belek, Komeleya Jinan a Gokkuşagi, Komeleya Jinan Selîs û Ekin Ceren, Însiyatîfa LGBT’ê ya Hebûn a Amedê, parêzer û siyasetmedar Meral Daniş Beştaş û derhêner Melek Ozman bal kişand ser sala 2012’a û diyar kirin ku gelek şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinê di daneyên fermî de cih negirt û gotin û êrîşên zîhniyeta serdest a li hemberî jinê îsal jî bê navberdom kir.


Sazî û dezgehên jinan ên li herêmê û Tirkiyeyê sala 2012’an nirxand û da zanîn ku di sala 2012’an de şîdeta li hemberî jinê derket asta herî jor lê jin jî li hemberî berhemên zîhniyeta serdest berxwedana xwe bêtir bilind kir. Medîz, Toplumsal Belek, Komeleya Jinan a Gokkuşagi, Komeleya Jinan Selîs û Ekin Ceren, Însiyatîfa LGBT’ê Hebûn a Amedê, parêzer û siyasetmedar Meral Daniş Beştaş û derhêner Melek Ozman bal kişandin ser sala 2012’a û diyar kirin ku gelek şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinê di daneyên fermî de cih negirt û gotin û hewldana serdest li hemberî jinê îsal jî bê navber dom kir.


Di qada medyayê de rewş neguherî


Derhêner Melek Ozman: Sala 2012’an bi rêvebertiya mêran dom kir. Îsal rojnamegerên jin bêtir dozên şîdetê şopand. Çend zimanê serdest a di qada medyaye de neguherî dîsa hewldana rojnamegerên jin girîng bû. Jin îsal bêtir li hemberî muhafazakariyê têkoşîn da. Helwestên mêrên muhafazakar bû sedema zêdebûna şîdet û qetilkirina jinê.


‘Cihê ku serdestî hebe li vir maf nîne’


Ji Toplumsal Bellekê Zeynep Belek: Cihê ku serdestiya mêr hebe li vir  mafê mirovan û hiqûq nîne, cihên wisa jî bêtir jin divê bê parastin. Jin ji zîhniyeta AKP’ê ditirse. Turban wekî semboleke wekheviyê tê nîşandan, lê tê zanîn ku turban sembola îdeolojiyekiye û jinê dike meta û cudakariyê dixwe di nav  ber jin û mêran. Ji bo jinê rengê pembe tê ecibandin û ev jî tê wateya di nava civakê de rolek didin jinê. Meşrû kirina tecawizê, heqkirina tecawizê, di temenê bicûk de zewac, anîna 3 zorakan tê wateya bê nasnamebûn, bê kesayetîbûna jinê. Di sala 2012’an de 148 jin hatin qetilkirin, 209 jin birîndar bû, 129 bi tecawizê re rû bi  rû man, 124 bi tacîza cinsî re rû bi  rû man.  Di jiyanê de jin nîne.


‘Xebatên jinê wekî sûc hat nirxandin’


Komelaya Jinan a Gokkuşagi ya Stenbolê: Di îdianameyên KCK’ê de 8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê û çalakiyên ku ji bo aştiyê hatin kirin wekî sûc hatin nîşandan. Ev tişt nêzîkatiya hikûmetê nîşan dide. Komeleyên jinan ên ku bêtir jinên kurd dixebitin bi serdagirtinan re rû bi  rû man. Jin îsal jî rastî şîdeta dewlete, şer, koçberî û xizaniyê hatin. Çawa di Serdema Navîn de jin wekî pîrebok hatin şewidandin niha jî çend ev rêbaz guherîbe jî jîn dîsa jî ji bo azadiya xwe di nava têkoşînê de ye.


‘Dê têkoşîn bidome’


Berdevka Komeleya Jinan a Selîsa Amedê Rûşen Seydaoglu: Berxwedana jinan a sala 2012’an girîng bû. Jin li dijî şîdetê birêxistinên xwe xurt kir û topyekun berxwedanê pêş xist. Girevên birçibûnê jî di sala 2012’an de mijara herî girîng bû. Jin ji bo mafê xwe, mafê bikaranîna zimanê dayikê, azadiya girtiyên siyasî û li dijî tecrîda li hemberî birêz Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin dan û dê di sala 2013’an ji heman têkoşînê bidin.


‘Divê mafê me jî di makeqanûnê de bê parastin’


 Ji Însiyatîfa LGBT’ê Hebûn a Amedê: Gotinên nifran, kuştina nifran û hewldanên lîncê îsal jî dom kir. Binpêkirina mafê jinê û mafê mirovan, hewldana bêdengkirina medyaya alternatîf û qetilkirina xweza û ajalan wekî salên borî îsal jî dom kir. Însiyatîfa LGBT’ê îsal berxwedan û têkoşîna xwe derxist asta jor. Sala 2012’an jî mafê me bi makeqanûnên nehat parastin û qetilkirina hevalên me dom kir


‘Divê zimanê serdestiyê biguhere’


 Komeleya Jinan a Ekîn Ceren a Amedê: Şîdeta li hemberî jinê ya sala 2012’an di daneyên fermî de cih negirt. Di rêzefîlm, nûçe û hemû bernameyên medyayê de jin xirab tên nîşandan. Ev hewldan jî dibe sedema şîdeta li hemberî jinê. Serdestiya zîhniyeta mêr her tim hêze dide mêran û ev jî dibe sedema hemû sûcên ku mêr dike meşrû bê dîtin. Tecawizkar nayê darizandin, an jî cezayê kêm tê dayîn. Heke di mekanîzmayên dewlet û hikûmetê de zimanê serdest ji holê bê rakirin dê gelek guhertin jî pêk bê.


‘Bi kurtajê êrîşê bedena jinê dikin’


Parêzer û siyasetmedar Meral Daniş Beştaş: Di sala 2012’an de çend êrîşên li hemberî jinê zêdebûn jî ligel vê jî têkoşîna jinê jî derket asta herî jor. Bi hewldana feminist û rêxistinên jinan şîdeta li hemberî jinê hat dîtin. Îsal di hêla qanûnan de hîn guhertin hatin kirin lê di pratîzekirinê de kêmasî derketin hole. Di qetilkirina jinê de mêr bê ceza dîmîne, di dozên tecwizê de wekî jin bi rizaya xwe pêk anî derket pêş, Mijara herî girîng jî kurtaj bu. Bi vê mijarê hikûmet dixwaze li ser bedena jinê jî hikmek bike. Bi kurtajê êrîşê bedena jinê dikin.


(zd/gk/la)