Ji Kelhên Asuran yên dîrokî meşa ber bi azadiyêve…
09:22
Derya Ceylan / JINHA
AMED – Gêl warê cihên dîrokiyên weke Kelhên Asuriyan, mizgevt, kilîse, şikeft û turbeyan têde cîh digire û rewşa xwe ya weke navenda turîzmê berdewam dike. Li navçeya Gêlê bi rêjeyak ji sedî 52,1 dengan BDP’ê dubare şaredariya wê hat girtin. Hevşaredara BDP’ê ya Gêlê Petek Çapanoglu hilbijartin û rewşa Gêlê wiha nirxand: “Di sala 2009’an de navçeya Gêlê dest bi şikandinên zincîrên xwe kir. Emê bi gelê Gêlê bi hev re ber bi azadiyê bimeşin.”
Di hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi pergala hevserokatiyê û koteya jinan kete hilbijartinan, gelek navend û navçe girt, bi vî awayî hejmara şaredariyên xwe zêdekir. Li navçeya Gêlê ya k udi serî de yak ji navçeyên turîzma oli ye jî bi rêjeyek dengan ya ji sedî 52,1 girtin. Hevşaredara BDP’ê ya Gêlê Petek Çapanoglu hilbijartin û rewşa Gêlê şîrove kir û encamên hilbijartinan weke serdeftinên gelê Gêlê nirxand.
‘Me xebatên hilbijartinan salek berê despêkir’
Petek diyar kir ku li Gêlê di encama xebatek ya 5 mehan de û di dawiyê de civînên gel hatin çêkirin û di wan civînan de biryar hatin girtin. Petek da zanîn ku wan salek berê dest bi xebatên hilbijartinan kirin û got: “Pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve di 21’ê Adara 2013’an de hatî kirin û pergala xweseriya demokratîk. Em li tevahiya tex û gundên Gêlê geriyan û me ji gel re vegot. Di heman demê de me starta hilbijartinan jî dida. Din ava salekê de me di derbarê pêvajoya çareseriyê û xweseriya demokratîk de ji gel bertekên erênî girtin.” Petek destnîşan kir ku wan ji şaredadriyên dinê zêdetir xebatek bi berfirehî di derbarê hilbijartinan de bi rêve birine.
‘Çavên AKP’ê li ser Gêl û Dîcleyê bû’
Petek balkişand li ser lîstokên AKP’ê yên li ser Amedê û wiha got: “Ji bo girtina Gêlê û Dîcleyê AKP bi hemû hêza xwe da xebatên hilbijartinan yên li van deran. Parlemen wezîr û heta serokwezîr jî hat li vêderê. Li gel van hemû tundiyan jî gelê Gêl û Dîcleyê di hilbijartinan de bi serkeftîbûn.”
‘Gundên sarica û Terkan li berxwedan’
Petek anî ziman ku gundên Terkan û Sarica yên navbera Gêlê û Dîcleyê weke navenda şêx û axayanin û wiha domand: “Ji ber gundê Sarica xwediyê sazumniyeke tengbû ji bom e gelek zorbû di demê hilbijartinan de. Di heman demê de ew gund gundê ku malbata Galîp Enserîoglu lê hetîn dinê û mezinbûyîne. Me gelek bawerdikir ku dê AKP ji vî gundî dengan birin. Li gel vê jî gelê gundê Saricayê bersiva pêwîst dan AKP’ê.” Petek ji ber alîkariya herdu gundên Sarica û Terkan di hilbijartinê de dayî wan sipasiya wan kir.
‘Emê bi gelê Gêlê bi hev re biryar bidin’
Petek diyar kir ku beriya sala 2009’an Gêl yek ji herêmên herî lewazbû. Petek da zanîn ku piştî sala 2009’an li Gêlê gelek guherîn hatine kirin. Petek şaredariya Gêlê weke şaredariya gel binav kir û wiha berdewam kir: “20 salin gelê Gêlê rêya xwe bi şaredariyê ne dixistin. BDP’ê ev hişmendî şikane. Îro gelê Gêlê pir bi rehetî dikare xwe bigihîne me. Heta niha me li gel gelê Gêlê bi hev re biryar dane û emê bi vî awayî berdewam bikin. Gel çî bêje emê wê bêxin pratîkê.”
‘Me hemû pirsgirêkên Gêlê yên sazûmaniyê çareser kirine’
Petek da zanîn ku beriya şaredariya Gêlê bikeve destê BDP’ê weke şaredarî tu xizmet nehatibû kirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Gêl navçeyek gelek delale. Lê ji bo di her warî de pêşbikeve divê em xebatên baş bikin. Me xebatên xwe di vî aliyî de dane despê kirin.” Petek balkişand li ser pirsgirêkên Gêlê û wiha axivî: “Heger ava baraja Gêlê li Amedê tê vexwarin, çima gelê Gêlê sudê ji vê avê nabînin û me bi vî awayî pirsgirêka avê çareser kir. Me li navçeyê pirsgirêka qenalîzasyonan jî nehêla.”
‘Em xebatên xwe bi vîna gel dixin piratîkê’
Petek anî ziman ku xebatên wan yên şaredariyê bi vîna gel tên kirin û got: “Me bi gel re civîn çêkirin û di wan civînan de daxwazên gel j ime çî bûn em wana dixin piratîkê. Ji niha û pêde jî dê ev rewş berdewam bike. Xebatên me hemû bi vîna gel tên kirin.”
‘Emê û meclisên gel emê bi hev re şaredariyê bi rêve bibin’
Petek diyar kir ku yek ji peyîwira şaredariyê ya herî sereke jî xistina jiyanê ya xwesriya demokratîk û pergala hevserokatiyê ye û wiha domand: “Bi pêşiniyara Birêz Abdulah Ocalan li her derê pergala hevserokatiyê û xweseriya demokratîk dikeve meryetê. Mijara herî giring ya pergala hevserokatiyê jî derxitina jinan ya li pêşe. Bi pergala hevserokatiyê jin din ava siyasetê û gelek navendên dinê de cih digirin û derdikevin pêş.” Petek da zanîn ku dê din ava taxan de meclisên jinan, ciwanan û gel çêkin û bi hev re şaredariyê bi rêve bibin.
‘Emê giraniyê bidin navendên jinan’
Petek anî ziman ku dê li Gêlê navendên giringiyê bidin vekirina navendên jinan û wiha berdewam kir: “Girêdayî baxçevaniyê emê projeyên avakirina kooperatîfan bêxin meryetê. Emê civînên jinan çêkin û pirsgirêkên di wan civînan de derkevin pêş emê li riya çareseriya wan bigerin. Emê li cihê wan nefikirin. Emê li gel jinan nîqaş bikin û bi hev re fikirek hevbeş avabikin.”
‘Emê nûneriya jinan derxin pêş’
Petek anî ziman ku dê di xwebatên xwe yên Gêlê de nûneriya jinan derxin li pêş û wiha axivî: “Di serîde jin û ciwan ez sipasiya hemû gelê Gêlê dikim. Li gel hemû hêzên nerênî jî cardin li gel me tekoşîn kirin. Ev serkeftin serkeftina gele. Di sala 2009’an de navçeya Gêlê dest bi şikandinên zincîrên xwe kir. Di sala 2014’an de jî bi giştî ew zincî şikandin. Emê bi gelê Gêlê re ber bi azadiyê ve bimeşin.”
(zt)

