Xavikên berê zindî dike

09:37

Ozlem Akın / JINHA


EDENE – Gulcan Diler ya ku berastenge û li Edeneyê dijî, ji xavikên berê di cîhana taqiyan de aksesuarek nû çêkiriye. Di demekê de ji bo cîhazan çêkirina xavikan karek jênegerbû. Niha Gulcan bi hunerê xweyê nû bala jinan kişandiye li ser xwe.


Gulcan Diler ya 48 salî k udi takiyên ayîdê şarderiyê yên li kolana hunrê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê dijî. Gulcan ji xavikên berê di cîhana taqiyan de aksesuarek nû vekiriye. Gulcan hîna 15 salîbû di fabrîqeya çirçiran de dixebitî. Di dema xebata wê ya fabrîqeyê de milê wê dikeve ber mekîneya herman Halaç û di zenda wê re destê wê jêdibe. Gulcan zewiciye û dayîka 2 zarokane. Gulcan ji pîşeyê xwe hes dike û ev 10 salin heman pîşeyî berdewam dike. Li ser tezgaha wê her aksesuar dikarin bên dîtin. Gulcan ewqas taqiyên xweş çêdike dikarin weke geredeniyan jî bikar bînin. Gulcan herdem taqiyên nûjen çedike û kelecana di pîşeyê xwe de qazanckirina motîf ê deye. Modela tqiyên Gulcan yên nû ji niha de mişteriyên wê li serê wê civandine…


Bi fîzîkiya xwe li gorî gelek kesan dezawantajên wê hene. Gulcan cardin jî bi serkeftinên xwe yên jiyanê bi vî pîşeyê xwe hem debara malbata xwe dike û hem jî di cîhana taqiyan de cihek nû vekiriye. Gulcan ani ziman ku çêkirina yazmeyan ji bo keçên ciwan bi teybertî jî di dema cîhaz çêkirinê de karek jêneger bû, niha jî bi wan xavikan ew taqiyan çêdike û teqiyên wê jî herî zêde di demsala havînê de tên firotin û wiha domand: “Ev kareke ji pîrik û dapîrên me name û min jî bi awayê taqî guherandiye. Vegeranadina van  yazmeyan bi awayê taqî ez li ser difikirim ji bo derxistina tiştên xweşik. Herdem ez li ser difikirim ezê zêdetir bikarim tuştek çawan çêkim. Ez her dem li ser wan serê xwe di êşînim. Ji ber min bigiştî xwe daye vî karî her dem li girêdayî taqiyan fikrên nû b imin re derdikevin.”


‘Jin bi ecêbmayî li van taqiyan dinêrin’


Gulcan bilêv kir ku karê taqiyan karekê ku sebrê dixwaze û wiha berdewam kir: “Di demê berê de ji bo cîhazê min diya min j imin re gelek xavik çêkiribû. Ji xwe min bi xwe jî çêdikir. Cihazê min ji wan tiştan tijebû. Dema kum in vana bi awayê taqî çêkirin. Êdî ewên berê li gel xwltiyên min hene jî min xwestin. Wan jî xavikên xwe yên kevin hemû ji min re şandin. Jinên ku tên cihê taqiyan bi heyraniyek mezin lê dinêrin. Bi tayîbetî jî jinên ku ji derveyî Edene tên eleqeyek mezin nîşanî taqiyan didin. Nimune jinek ji Qeyseriyê hat dema ku kete nava taqiyan gelek kêfxweşbû û got ‘pir baş bûye li cihê ku em li mixazeyan bigerin û di dawiyê de tuştek weke vana xweş jî nebînin, hema emê yek ser bên li vêderê.’ 2 taqî girt û sipariş jî da û paşê çu.” Gulcan diyar kir ku wê ji bo taqiyên xwe yên nû qet mesrefek nekiriye û bi giştî min wana ji xavikên û tiştên kevin çêkirine û wiha got: “Ev hilberînek havînaneye. Gelek pantor û fayîkeyên kevin yên di mal de min anîne ji hev vekirine û ji bo taqiyan xebitandine. Ev taqî dikarin li ser zeryayê di hindirê ava bi xê de jî bên xebitandin qet xira nabin. Gelek jin li hemberî hinek awayên taqiyan alerjiya wan heye. Her jin bi rehetî dikarin van taqiyan bixebitînin, qet pirsgirêk çênake.”


‘Aloziyên siyasî û şer sahata me dixe’   


Gulcan di karê xwe de gelek ji xwe bawer û karekî pak dike. Gulcan serkeftina karê xwe jî wiha anî ziman: “Ji bo ku ez vî karî bi awayekî profesyonel bikim, ez li ber geriyam ku belge werbigirim. Ji ber vê jî ez çum tevlî qursek ya şaredariyê bûm û min belgeya xwe girt. Daçuna min ji dahata min zêdetire. Ji ber vê jî ez herî zêde li ser wê fikirîm ku çawan hinekî dinê dahata xwe zêdetir bikim. Di salên 2013 – 14’an de ji ber aloziyên siyasî û rewşa şer bûhayê karê me gelek ket. Heger derfetên min hebûyana min zêdetir dixwest kul i cihên turîst lê hana vî karî bikim. Muşteriyên min karê min pir baş dibînin û gelek taqiyên min di ecibînin.”


Yên ku taqiyên taybet mereq dikin, yên ku dixwazin ji heskiriyên xwe re diyariyên  tayîbet bigirin, bila bên riya xwe bi tezgaha Gulcan Diler ya kul i Kolana Hunerê ya navçeya Seyhana Edeneyê bêxin pişman nabin.


(zt)