‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe nikare qala aştiya rast bê kirin’
17:28
JINHA
AMED – 48 siyasetmendarên kurd yên ku ji “Doza KCK” tahiliye bûn civînek ya çapemeniyê li darxistin û di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Heta di serî de Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan yê ku li Girîtîgiha Îmraliyê dimîne, girtiyên nexweş û girtiyên ku 20 salin di hindirdenin azad nebin, nikare qala demokratîkbûn û aştiyê bê kirin.”
Bi navê “KCK” ê di çarçoveyên operasonên ji 14’ê Nîsana sala 2009’an despêkirin û pêl bi pêl din av de siyasetmendar, perlementer, her wiha Parlementê DEP’ê yê berê Hatîp Dîcle jî heyî 92 siyasetmendar hatin girtin. Ji “Doza girşti ya KCK” ê duh bi şev 48 kes hatin berdan. Siyasetmendarên ku derketin civînek ya çapemeniyê li darxistin. Civîna çapemeniyê li Salone Konferansê ya Vedat Aydin ya Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê hat li darxistin. Di civîna çapemeniyê de siyasetêmendarên kurd yên ku tahiliyebûne, Cîgira Hevseroka Gişti ya BDP’ê Meral Danil Beştaş, endmên MP ya BDP’ê û bi hezaran welatî amandebûn. Beriya civîna çapemeniyê demekê siyasetmendarên kurd li ser lingan man bi çepikan hatin pêşewazîkirin. Di wê navberê de jî dem dem durişmên weke “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedanan zindanan” hatin berzkirin. Paşê jî li salonê ji bo kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdane deqeyek rêz hat girtin.
‘Li ser lingan mayîn parçeyek ji tekoşînêye’
Piştî rêzgirtinê Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku derketina siyasetmendarên kurd yên ku ev 5 sale ji doza “KCK” ê tên girtin gelê kurd kêfxweş kiriye. Zubeyde da zanîn ku ev 5 sale siyasetêmendarên kurd li girtigihan rehîn tên girtin û wiha got: “Bê suc û sebeb rehîn girtina hevalên me di hindir de mijarek ya xemginiyêye. Ji 14’ê Nîsanê ve dest bi girtinan kirin. Li hemberî van girtinan li ser lingan mayîn jî parçeyek ji tekoşînêye. Hete derê hemû girtigihan bi giştî neyên vekirin emê tekoşîna xwe berdewam bikin.” Zubeyde bal kişand li ser rewşa Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya li şert û mercên herî zor yên Girtîgiha Îmralî de dijî û wiha domand: “Gelek ku serokê wan ne azad be, ji bo azadiya wî gelî jî nikare qal bê kirin. Yan dê Serokê me azad bibe yan jî dê girtina Serokê me bibe sedema şer.”
‘Bi hezaran siyasetmendarên kurd bi qirkirinên siyasî rehîn hatin girtin’
Paşê jî ji 48 siyasetmendarên kut ahiliye bûyî Şaredara berê ya navçeya sixkê ya Wanê Gulcîhan Şimşek li ser navê siyasetmendarên tehiliye bûne daxuyanî da. Gulcîhan destnîşan kir k udi bin navê “Operasyonên KCK” ê de ji 14’ê Nîsana 2009’an ve bi hezaran siyasetmendarên kurd girtine bin çavan. Gulcîhan derbirî ku pergala deshilatdar li hemberî berxwedana kurdan ya di hilbijaratinên herêmi yên 2014’an valaderketin. Gulcîhan diyar kir ku bi navên weke “Operasyonên KCK”, “siyasî darbe” û “qirkirinên siyasî” xwestin bi “Darbeyên 14’ê Nîsanê re kurdan bê rêxistin-vîn bihêlin.”
‘Girtina jinan ya di malan de vegeriya girtina di girtîgihan de’
Gulcîhan anî ziman ku armanca dinê ya operasonê jî tasifiyekirina Tevgera Jinên Demokrat û Azadbû û wiha berdewam kir: “Heger li Tirkiyê di nasnameya xwe ya kurdbûn û jinbûnê de îsrar kirin hebe tenê dikare weke kesên bi guman, bersuc û mehkum bên dîtin. Ev derbe jî li ser vî bingehî hat pêşxistin. Jinên kurd yên kul i hemberî koletiya hezarî salan tekoşîna azadî û wekhaviyê didan hedef hatin girtin. Ev di malêde girtina jinan ya dîrokî veguherî girtina jinan di girtîgihande.” Gulcîhan bilêv kir ku xwestin bi polîtîkaya xwe ya antî demokratîk tekoşîna ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan vala derbixin û wiha axivî: “Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan di Neweroza Amedê ya 2013’an de ji bo pêvajoya çareseriya Kurdistan û Tirkiyeyê gavên giring avêt. Lê deshilatiya AKP’ê di polîtîkaya xwe ya bêdeng mayîn û razanê de berdewam dike. Di hilbijartinên herêmi yên 2014’an de BDP lig elek cihan bi ser ketin, lê wan dixwestin vîna kurdan tune hesab bikin. Dirêjkirina pêvajoyê û bêdeng mayîna wan ne di berjewendiyê hikumetêdene, herî zêde wendakirina xwînêye.”
‘Şoreşa Rojava dide diyar kirin ku çiqas tekoşîna me xwediyê hêzeke mezine’
Gulcîhan da zanîn ku heta di serî de Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan yê kul i Girîtîgiha Îmraliyê dimîne, girtiyên nexweş û girtiyên ku 20 salin di hindirdenin azad nebin, nikare qala demokratîkbûn û aştiyê bê kirin. Gulcîhan anî ziman ku ew girêdayî biryara xwe aştî û demokratîk ya berî 5 salanin û hiwa got: “Berxwedana gelê me û şoreşa Rojava çespandina wêye ku tekoşîna me çiqas bi hêz û duriste. Em jî li vê derê didin diyar kirin ku emê xebata xweseriya demokratîk, netewa demokratîk û tekoşîna azadiya jinê zindî û bi biryar berdewam bikin.”
Navê siyasetmendarên kurd yên tahiliyebûne jî wihane:
Ehmed Birsin, Ehmed Zirek, Elaattin Aktaş, Elican Onlu, Bahri Çeken, Bayram Altun, Besime Konca, Celal Yoldaş, Çimen Işik, Dirayet Taşdemir, Ebru Gunay, Elif Kaya,Engin Kotay,Ercan Sezgin, Esma Guler, Fethi Suvari, Gulcihan Şimşek, Hasan İnatçı, Hasan Iraz,Herdem Kizilkaya, Huseyin Bayrak, Huseyin Yilmaz, Kamurak Yuksek, Kerem Duruk, Leyla Deniz, Lutfi Dag, Mazlum Tekdag,Mehmed Abbasoglu, Mehmet Ermiş, Mehmet Nimet Sevim, Olcay Kanlibaş, Perguzar Kaygısız, Pero Dundar, Pınar Işik,Ramazan Dere,Senanik Oner, Salih Akdogan, Sebahattin Dinç, Sêvê Demir, Şinasi Tur, Şeyhmus Bayhan, Tamer Tanrıkolu, Unal Ehmed Çelen, Zahide Besi, Zeynep Boga, Zohre Bozacı, Muharrem Erbey, Hacire Ozdemir.
(zt)

