Hevşaredara Hênê Nevîn Oktay rastî êrîşê hat
20:20
Nîsan
13
/ 2014
JINHA
AMED - Hevşaredara Hênê ya Amedê Nevin Oktay rastî êrîşa bi kêran hat. Hevşaredar Nevîn ku birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dicle. Hat zanîn ku talûkeya mirinê ji ser xwe avêtiye.
Hevşaredara navçeya Hênê ya Amedê Nevin Oktay, rastî êrîşa bi kêran hat. Nehat zanîn ku Oktay, ji aliyê kê ve rastî êrîşê hat. Oktay piştî rastî êrîşê hat Rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat zanîn ku Oktay, talûkeya mirinê ji ser xwe avêtiye.
(zt)

