Bi destê jinan li Gêlê hewaya guherînê
08:39
Derya Ceylan / JINHA
AMED – Endama Meclisa Şaredariya Gêlê Hulye Turker diyar kir ku BDP ji pergala hevşaredariyê hêz digire û hişmendiya berê ya şaredariyan diguherîne. Hulye da zanîn ku di dîroka Gêlê de carayekê ye du jin di nava meclisa şaredariyê de cîh digirin û ev weke şoreşekê nirxand û got: “Êdî hişmendiya berê ya şaredariyan bi dawîbû. Niha hedefa me şaredariyek bi hişmendiya pergala hevserokatiyê ya nû ya di xizmeta geldene.”
Yek ji herêmên ku hişmendiya mêran têde deshilat Gêlêye. Li Gêlê di aliyê civakî û siyasî de herî kêm jin cihê xwe digirin. Gêlê bi projeya jiyana nû ya pergala hevserokatiyê ya BDP’ê re hejandina despêkê jiyan kirin. Şaredariya Gêlê girêdayî hilbijartinên herêmî û zêdekirina hejmara jinan din ava jiyana kar de bang li jinan kirin ku tevlî projeyên şaredariyê yên girêdayî jinan bibin û bi wê re hişmendiya mêrane hilweşînin. Bi hilbijartinên herêmiya 30’ê Adarê de, di dîroka Gêlê de cara yekeme k udu jin din ava Meclisa Şaredariya Gêlê de cihê xwe digirin. Yek ji wan herdu jinan jî Hulya Turker e. Hulye girêdayî hilbijartinan û xebatên Meclisa Şaredariyê wiha axivî: “Ji ber Hevşaredara me jine, ev yek cesaretê dide me. Ji ber vê jî em du jin bûn berendamên meclisa şaredariyê û hatin hilbijartin.Ev gav her çiqasî ji bo cihekî weke Gêlê giringbe jî, divê demek ji ya dinê zutir hejmara jinan din ava xebatan de bên zêdekirin.”
‘Ji ber şaredara me jine ji niha de guherînan despêkiriye’
Hulye destnîşan kir ku yek ji sedemên sereke ya ku ew ji bo endambûna meclisa şaredariyê bû berendam jî, ji ber şaredar jinbûye û wiha got: “ji ber hevşaredara me jine, di aliyê nêrîna li ser jinan de guherînan despê kiriye. Girêdayî jinan hîna nêrînek teng heye û jin di rewşek hiwadenin ku nikarin bi xwe biryara xwe bidin.” Huliya anî ziman k udi tevayî Meclisa Şaredariyê ya Gêlê de ji 15 endaman pêktên û tenê ji wan 15 endaman 2 jinin û wiha domand: “Her çiqasî hebûna nûneriya jinan din ava meclisa şaredariyê de giring be jî divê din ava meclisê de herî kêm 4 jin hatibana hilbijartin, lê tenê 2 jin hatin hilbijartin. Ji ber jinan pir bi germî nêzîkatî li endambûna meclisa şaredariyê nekirin, di dema endam dîtinê de jî me gelek zorî kişand.”
‘Dê girêdayî jinan proje pêşbikevin’
Huliya diyar kir ku bi vebûna navenda çandê ya jinan dê kêm jî be hinek ji bo pirsgirêkên jinan bibi çareserî. Huliya da zanîn ku bi pergala hevserokatiyê re dê projeyên li ser jinan jî pêşbikevin. Huliye destnîşan kir ku ji ber li Gêlê girêdayî jinan herêmên îstihdamê nîne demek ji ya dinê zutir jiyana altarnatîm dakeve meriyetê û wiha berdewam kir: “Em pir baş di ferqa wêdenin ku azadiya jinan azadiya civakêye. Bi vê bûneyê em dixwazin hemû jin tevlî xebata şaredariyê bibin. Em dixwazin hemû biryaran bi gelê xwe re bigirin. Êdî dawî li hişmendiya şaredariyê ya ber hat. Niha armanca me hişmendiya şaredariyek nûye.”
(zt)

