Keda ku didin berhemê wê nagirin!

08:41

Asiye Tekin-Mizgin Tabu/JNHA        


ŞIRNAK- Jinên navçeya Cizîrê ya Şirnexê diçin çolê giya komdikin û di firoşin. Lê ji ber jin berhemê keda xwe nagirin giliyan dikin. Ji bo debara xwe jinên Cizîrê serê sibê zu radibin berê xwe didin çiyayên Cudî û Gabarê giyayên bûharê komdikin û tînin bazara Cizîrê digihînin gel û di firoşin.


Bi hatina bûharê re jinên Şirnexê û tayîbetî jî jinên Cizirê berê xwe didin çiyanyên Cudî û Gabarê, diçin li wan deran giyayên xwarinê kom dikin û tînin li bazarê difiroşin. Yek ji jinên ku li çiyayên Cudî û Gabarê giyayê xwarinê kom dike û tîne li bazara Cizîrê difiroşin û bi wê debara malbata xwe dike jî Lalîxan Sosine. Li ser karê xwe yê giya berhevkirinê Lasîxan wiha dibêje: “Beşek ji giyayên ku em ji çiyayên Cudî û Gabarê tînin, em ji bo xwarina xwe dihêlin. Ew giyayê ku em ji bo xwarina xwe dihêlin, em bi vî awayî çêdikin. Em despêkê di şon, xwê dikin, di kelînin û bi vî awayî tama tehel û tujiya wan jê dibin. Em vî giyayî ji bo demsala zivistanê jî dihêlin. Demsala bûharê piranî em bi giya mijul dibin. Em hem ji bo xwarina xwe amade dikin, hem ji bo debara xwe li bazarê difiroşin û hem jî giyayê dinê yê nayê xwarin, em ji ajalên xwe re komdikin û zivistan ajalên xwe jî bi wî giyayî xwedî dikin.” Lalîxan diyar kir ku jinên Ciziriyan ji bo debara malbata xwe diçin giya komkirinê û di saetên serê sibê de wî giyayî tînin bazara Cizîrê difiroşin.


‘Em wî giya yê kom dikîn li bazarê difiroşin’


Jineke dinê ji jinên Ciziriyan ya ku bi keda çolê debara malbata xwe dike jî Edîbe Akşin e. Edîbe da zanîn ku ew di saet 04.00’an de keçên xwe ji xwê şiyar dike û berê xwe didin gundên derdora Cizîrê ji bo komkirina kereng û toligê. Edîbe anî ziman ku bi qasî di xebitin nikarin berhemê keda xwe bigirin û wiha got: “Em kîloya kerengan bi 1,50 TL ya difiroşin. Muşterî dibêjin pir bûhaye ji ber wê nagirin. Em li beranberî keda xwe 1,50 TL jî nagirin. Em gelek diwestin û didema komkirina wan de jî em zoriyê dikêşin. Ji ber rewşa me ya aborî nebaşe û em ji neçarî vî karî dikin. Keçên min diçin giya kom dikin û tînin. Ez jî wî giyayê keçên xwe dibim bazarê difiroşim.”


‘Em berhemê keda xwe nagirin’


Cewahîr Ozer jî destnîşan kir ku ew di bazarê de dixebite û ji bazarê dahatek baş nagire. Cewahîr bilêv kir ku ew bi xebata xwe ya li bazarê her çendî kêmbe jî lê neçare wî karî bike ji bere w bi dahata wî karê xwe li 4 neviyên xwe yên êtîm dinêre û wiha domand: “Ji derveyî mala me ya ku em têde dijîn wekedinê tu dahata me nîne. Rêyek ya gundê me jî nîne. Em ji gund heta tên Cizîrê 5 TL yan li riya xwedidin.” Cewahîr derbirî ku ew berhemên keda xwe nagirin û dahateke pir kêm dikeve destê wan de. Cewahîr diyar kir ku ew bitat û pîvazên tînin bazarê gelek ji wan xira dibin, dirizin û di avêjin çopê, bi vî awayî ew din ava zoriyekê de hewla jiyan didin. Cewahîr anî ziman ku di çanda muhabetê de tu erdê wan nîne û wiha berdewam kir: “Tu erdê me bi xwe nîne. Erdek yê mey ê kêlanek ku em bikêlin jî nîne. Ji ber em mexdurin û weke dinê tuştekî dinê em pê debara xwe bikin nîne. Ji ber wê jî em bi pere dixebitin. Li gel hemû zoriyên ku em dibînin jî ew penîr û şîrê em dînin bazarê tu bûhayê wan nîne û tuştek negihe me. Ji ber vê jî em berhemê keda xwe nagirin û bi qasî dixebitîn dahatek baş nagirin. Em dahatek wiha nagirin ku bikarin ji ajalên xwe re ka û ce bigirin.”


(zt)