Li Fas ê jin li hemberî newekhaviyê daketin qadan
11:05
JINHA
RABAT – Li payetexta Fas ê Rabat ê li hemberî polîtîkaya newekhaviyê çalakî hatin li darxistin.
Li paytexta Fas ê Rabat ê li hemberî “xala 19’emîn ya makezagonê” ya ku ji hevgirtina 500 komeleyan pêktê nerazîbûn derketin. Jinan meşek li darxistin û di meşê de pankartên bi sernivîsên girêdayî wekhaviya jin û mêran, rakirina şidet û newekheviya li ser jinan vekirin. Bi hezaran jin tevlî meşê bûn. Ji bo telebên jinan yên siyasî û hiquqî bên cîh bang li hikumetê hat kirin.
Li gorî kul i Fasê xala 19’emîn ya makezagonê qala wekheviya jin û mêran dike û komusyona rakirina newekheviya jinan hatiye avakirin jî lê cardin jin nagihijin mafên xwe yên siyasî û hiqûqî.
(zt)

