Festîfala Filiman ya karkeran: Her der festîfal her der berxwedan

12:11

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – 9’emîn Festîfala Filiman ya Karkeran ya Navnetewî dê di navbera 1-8’ê gulanê de berdewam bike. Îsal dê bi temaya “Her der Festîfal, her der berxwedan” ji 17 welatana bi giştî 79 filîm bên temaşekirin. Dê li Setenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê rojê du danan festîfal berdewam bike.   


Li Tiriye û her çar aliyê cîhanê jiyan û tekoşîna kedkaran di festîfalê de li ser perdeya sipî bê ragihandin. DÎSK / Sine Sen, DÎSKDEV SAGLIK-Îş, DÎSK / Bîrleşik Metal – Îş, DÎSK  / Genel – îş, DÎSK / Basin – îş, Turk îş, / Petrol – îş, Turk – îş / Tek Gida – îş, Turk – îş / Krîstal – îş, KESK / SES, TTB Halkevlerî, Sendîka, Org, dê ji aliyê Çapul TV yê ve di 1’ê Gulanê de despêbike.  Îsal dê bi temaya “Her der Festîfal, her der berxwedan” Festîfal li Setenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê rojê du danan bê temaşekirin. Piştî pêşandana filiman li her 4 bajaran, dê festîfal di rojên pêş de dest bi rêwitiyek mezin bike, lig elek bajaran pêşandana fililman berdewam bike û tevahiya salê berdewam bike. Weke her salê dê îsal jî bê mûçe bên temaşekirin.  


Bernameya Festîfalê  


Di Festîfalê de dê 54 filimên Tiriyê û bi giştî ji 79 filim bên temaşekirin. Ji bo bîranîna berxwedana Geziyê û Hezîranê dê 15 filîmên li ser berxwedanê hatine kêşan bên temaşe kirin. Hinek ji wan filîman jî evin: “ Yeryuzu Aşkın Yuzu Oluncaya Dek , Ben Bir Slogan Buldum: Annem Benim Yanımda, Gezi’nin Ritmi, Direnen Sevgi, Ali: Duşlerinde Ozgur Dunya, Leviathan’la Yaşamak, Tornistan, Çapulcu Zamanlar, Resist, Agaçlarla Başladı: Gezi Parkı’nda İsyan, Anne, Çunku Ben Bu Parkı Seviyorum, Witnessing gezi, İstanbul Rising” û Amadekariyek kin ya Fatîh Pinar ya li ser berxwedana Hezîranê di festîfala filiman de.


Salonên ku pêşandan lê bê kirin


Festîfal dê li Stenbolê li Navenda Çandê ya Fransizan, Sînemaya Yeşîlçamê, Malagel ya Stenbolê, Salona Sînemayê yaAynali Geçîtê, Navenda Çandê ya Bariş Manço, Navenda Çandê ya Nazim Hikmet, Navenda Civakî ya Don Kîşot û Malagel ya Kadikoyê bên temaşekirin. Li Enqerê jî dê bernameya festîfalê li Sînemaya Buyulu Fener, Odeya Muhendizên Jeolojiyê, li Sînemaya Roksan ê di hewaya vekirî de bên temaşekirin. Li Îzmîrê jî dê li Navenda Çandê ya Firansizan, Malagel ya Konakê, Oeya mîmaran ya Alsancak ê, Salona Bornovayê ya Navenda Çandê ya Ugur Mumcu, li Ayfer Feray ê di hewaya vekirî de û li Navenda Çandê ya Civaki ya Mewlana bên li darxistin. Hema bername li Amedê jî li Salona Sînemayê a Navenda Ciwanan a Çand û Hunerê ya Cigerxwîn, Salona Sînemayê ya Herêma Hevbeş ya Sumerparqê, Mala Amedê, Xana Suluklu yê û Sol Mekan ê bên li darxistin.          


(zt)